Mesrûr Barzanî: Gefên DAIŞê pêwîstiya wê bi rûbirûbûneke bikomî û herêmî heye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi tundî êrîşa teroristî ya şeva borî li parêzgeha Diyala şermezar kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi tundî êrîşa teroristî ya şeva borî li parêzgeha Diyala şermezar kir û sersaxiya malbatên qurbaniyan kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hejmara xwe tora civakî “Twitter” peyamek belav kir û tê de amaje bi metirsiyên çekdarên DAIŞê kir û ragihand, heta niha DAIŞ gefeke cidî li ser aştî û pêkvejiyana li herêmê ye û pêwîstiya wê bi rûbirûbûneke bikomî û herêmî heye.

Pêştir jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di piraniya hevdîtin, hevpeyvîn û peyamên xwe de amaje bi gef û metirsiyên çekdarên DAIŞê kiriye û ragihandiye ku tevî ku çekdarên DAIŞê li cihekî diyarkirî nemabin jî, lê belê heya niha ew gef in, bi taybet jî li navçeyên ku valahiya ewlehiyê lê heye.

Çekdarên DAIŞê li parêzgeha Diyala êrîşî gundekî ser bi navçeya Mîqdadiye kirin û di êrîşê de 12 kes hatine kuştin û gelek kes birîndar bûne.