Li Tirkiyê buhabûna kelûpelan her diçe nerazîbûnan zêdetir dike

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, her roj zêdebûna buhayê çend berheman û buhabûna bazarê bi giştî mijara sereke ye. Ji xurekên ku ji bo her kes û malê nabin nabe ye heta cil û bergan û sotemeniyê, her tişt her diçe biha dibe û nerazîbûn jî hem li kolan û bazaran jî, li ser medyayê û medyya civakî zêde dibin.

Şaxa bajarê Diyarbekirê ya Partiya Demokrasî û Pêşdeçûnê DEVA’yê bi xwepêşandan û daxuyaniyekî, nerazîbûna xwe ji bo bihabûyîna li bazarê ragihand û bang û daxwaz ji welatî û aliyan jî kir ku êdî li hember van qeranan bê deng û bertek nemînin.

Serokê DEVA yê Diyarbekirê Cîhan Ulsen balê kişand ku dovîz di 3 salan de 3 qat zêdebûne, xwenddekar li derve dimînin nikarin ciyê hewandinê peyda bikin, bav ji naçarîya nikare debara mala xwe bike digirîn û dayik nikarin beroşan de xwarin çê bikin, lê rayedarên hikumetê ji bo çareseriyê tu tiştek nakin.

Cîhan Ulsen got: “Sedema sereke ya kêşe û qeyranên aborî ew e ku Tirkiye  ji dewleta hiqûqî derketiye. Heger li ciyekî hiqûq nemabe, welatî û sermiyan jî xwe di ewlehiyê de nabîne û kêşeyên aborî jî çareser nabin. Desthilatdariya niha ji hiqûqê, dadweriyê û qanûna jî dûr tevdigere. Lê çareserî ji vegerîna hiqûqê û dadweriyê dest pê dike. Heta ku bi garantiya hiqûqê kêşe neyên çareser kirin, qeyran dê her zêde bibin û çareseriya wan jî zehmettir dibe. Em jî dibêjin ya divê desthilatdarî van kêşeyan çareser bike, yan jî sindoqa hilbijartinê deyne pêşberî gel.”

Di daxuayniyê de bal hat kişandin ku heftê 2-3 car fiyetên kel û pelan giran dibin û feqîrî û hêjarî her diçe zêdetirê civakê dike qurbanî.

Yakûp Ekmiş jî li Diyarbekirê rêvebirê marketeke xureka ye û balê dikşîne ku di nav 2 mehan de bihayê rûn ji%50, şekir %30, birinc %40, salçe %30 zêde bûne û welatî her carê ku tên fiyeteke cuda dibînin û bertek nîşanî wan didin.

Yakûp Ekmiş dibêje: “Welatî êdî hatine asta ku nikarin tiştekî bibin malên xwe. Her carê ku tên fiyeteke cuda dibînin û xwe nerazî dikin. Em jî berhemên ku difiroşin, nikarin bi heman fiyetê bikirin. Her roj biha zêde dibin. Welatî her carê kêmtir tişt dikirin û çi dibe bi me dikandaran, civakê û welatiyan dibe. Ev rewş jî di xema desthilatdaran de nîn e. Em jî nizanin dê çewa bibe.”

Hêjayî gotinê ye ku li gel nerazîbûnên ku li market û bazarê zêde dibin, li ser medyayê û bi taybet medya civakî jî, her roj zêdebûyîna kel û pelan û bihayê fatureyan tên rexne kirin û nerazîbûn jî zêdetir dibin.