Tehran: Di demeke nêz de em ê ligel grûpa 5+1 dest bi danûstandinên atomî bikin

Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê ragihand; di demeke gelek nêz de ligel welatên grûpa 5+1 dest bi danûstandinên rêkeftina atomî ya Îranê bikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê ragihand; di demeke gelek nêz de ligel welatên grûpa 5+1 dest bi danûstandinên rêkeftina atomî ya Îranê bikin.

Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan ragihand; Rêveberê Ajansa Enerjiya Atomî ya Cîhanê dê serdana Îranê bike, lê belê dem ne girîng e ku dê kengî serdana xwe encam bide.

Husên Emîr Ebdullahiyan eşkere kir; danûstandin ligel şeş zilhêzan li ser rêkeftina atomî ku di sala 2015an de hatibû îmzekirin, di demeke gelek nêz de dest pê dikin.