DAIŞê êrîşî hêzên Iraqê kir
Hewlêr (K24) – Çavkaniyekî ewlehiyê li Bexdayê ragihand; îşev DAIŞê li bakurê Bexdayê êrîşî hêzên Iraqê kir.
Hat diyarkirin ku hejmarek çekdarên DAIŞê ketine du gundên bi navên Der' Feyaz û gundê Ebdullah Feyaz û êrîş kirine ser Firqeya 11 ya Artêşa Iraqê ya li bakurê paytexta Iraqê.
Herwiha eşkere kir ku şer û pevçûn berdewam in û firokeyên şer ên Iraqê çend cih kirine armanc.
Duh bi şev jî DAIŞê li sînorê parêzgeha Diyala êrîşî gundekî ser bi navçeya Mîqdadiye kir û di wê êrîşê de 11 kes hatin kuştin û 13 kes jî birîndar bûn.