Daxwaza serbestberdana Ayşe Gokkan tê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji aliyê Tevgera Jinên Azad  û Platfroma Jinan a Dîcle Firatê ve bi daxuyaniyeke hevpar daxwaza serbestberdana Hevseroka Şaredara Berê ya Nisêbînê Ayşe Gokkan hat kirin.

Li Diyarbekirê di Parka Koşuyolu de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan derbarê rewşa Hevseroka Şaredara Berê Ya Nisêbînê Ayşe Gokkan de Ji aliyê Tevgera Jinên Azad  û Platfroma Jinan a Dîcle Firatê ve bi daxuyaniyeke hevpar daxwaza serbestberdana Ayşe Gokkan hat kirin.

Di 20ê Cotmehê de bi tawana ku endama rêxistina neyasayî ye dadgehê bo Ayşe Gokkan bi tevahî 30 sal sizayê zindanê birrî bû.

Di daxuyaniya bo Ayşe Gokkan hatî dayîn de hat amajekirin ku ji ber ku Ayşe Gokkan jin e û Kurd e hatiye sizadan. Ayşe Gokkan di pêvajoya darazê de axaftinên xwe bi Kurdî kiribû û di runiştina dadgehê ya dawî de jî red kiribû ku parastinê bike.