Bedîl Brahîm: Heta welatê me azad be, muzîka Kurdî pêş dikeve

Hunermendê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê Bedîl Brahîm, ji biçûkaniya xwe ve girîngî daye hunera dengbêjiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermendê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê Bedîl Brahîm tevî ku ji zû ve derketiye Ewropayê, lê berdewamî daye stranêndengbêjiyê û di wê derbarê de dibêje: Dengbêjî bingeha stranên Kurdî ye. Çiqas stranan bistrêm jî, lê heger dengbêjî nestrêm, wekî kêmasiyekê li cem xwe dibînim. Bedîl Brahîm vê hevpeyvînê de, zêdetir behsa jiyan, kar û xebata xwe ya hunerî dike.

Destpêkê, eger Bedîl Brahîm xwe bide naskirin, kî ye, ji kû ye û kengî dest bi hunerê kir?

Bedîl Brahîm: Ez Bedîl Brahîm im. Ji Bakurê Kurdistanê li Gundê Kelhokê, girêdayî bajarokê Qubînê, ku girêdayî Batmanê ye hatime Dinyayê. Dibistana pêşîn li Kelhokê û ya navîn li Qubînê / Beşiri min xelas kir.

Di Sala 1985‘an de derketim Ewrûpa li welatê Elmanya bicîh bûm. Li vî Welatî jî, 3 salan çûm e dibistanê.

Ji biçûkayî ve min stran digotin, ji ber ku Bavê min û birayê min her tim distran û dengê Dayika min jî gelek xweş bû.

Gava, Ez hîn diçûme dibistana pêşîn Mamosteyê min xwest min bibe Stenbolê, da ku Ez bibim stranbêjek Tirkî, Lê Bavê min nehêla.
Got Ez nahêlim Kurê min bibin Stenbolê. Wî ji Netew û Ola Wî dûr bixin in.

Di sala 1992‘an de min dest bi Albuma xwe ya yekemîn ya bi navê "Ser sale" kir û di sala 1993 de Ez ketim nav bazara Muzîka Kurdî.

Hetanî niha min 6 Album û gelek singel belav kirine.

Ji nava van Albuman, min ji gelek Stranan re Video Klip çêkirin e. Wek: Şengal–74, Pêşmerge me her Ez he me, Mîra periya, Were neçe, Xerîbî, Dilê hev nehêlin, Yara min, Ez zewicî me, Bavê Şikrî û gelekên din.

Muzîka Kurd, ji dîroka ve rolek giring di hunera Kurdî de hebûye, nirxandina te liser vê babetê çi ye?

Bedîl Brahîm: Muzîka Kurdî herdem bûye hêzeke gelekî mezin ji bo serhildanên li dijî dagirkeran. Bûye piştgiriyek gelek qewîn ji bo gelê Kurd. Gel hişyar kiriye û bûye ji hev haybûna gelê Kurd, ku sînor di nav wan de hatine danîn. Ez dikarim bêjim, bûye tirs û ketiye dilê dagirkeran. Lewma bi hêzek mezin li dijî Hunermend û stranbêjên Kurd disekinin. Gelek Hunermendên Kurd hîn jî, aqubeta wan ne diyar e, ku çawa ji aliyê wan rejîmên diktator ve hatine girtin, winda kirin û kuştin.
Hîn jî, gelek hunermendên Kurd ji ber stranên, ku li ser welatê xwe stran e, nikarin vegerin welatê xwe.

Dîroka Kurd/Kurdistan bi rêya muzîk/dengbêjî ve gihiştiye heta roja me ya îro. Bandora vê yekê, tu çawa dixwîne Kek Bedîl?

Bedîl Brahîm: Pirsa we gelekî di cîh de ye. Heger ne ji degbêjî û lorîkên dayikan li ber dergûşan bûya, Wê dîrok û serpêhatiyên me winda biban.

Ji ber ku dagirkeran tiştên nivîskî talan kirine û yên mayî jî, xwestine ji xwe re bikin mal. Lê dengbêjî û lorîkên dayikên me, rê li ber van yekan girtine. Em Kurd deyndarê wan in.

Dengbêjî, bandor li hunera te jî kiriye, ne wusa Kek Bedîl?

Bedîl Brahîm: Belê, Ez bi Stran û Lorîkên dengbêjiyê li ber Dengê Bav û dayika xwe mezin bûme. Herî dawî jî, li ber dengê birayê xwe. Bingeha hunera min li ser dengbêjiyê ava ye.

Ez stranên şahî û dawetan, evînî, xwezayî û şoreşgerî, wekî şaxên darê dibînim. Dar bingeha şaxan e û dengbêjî bingeha stranên Kurdî ye.
Çiqas stranan bistrêm jî, lê heger dengbêjî nestrêm, wekî kêmasiyekê li cem xwe dibînim.

Muzîka Kurdî, di salên dawî de geşedanek mezin bi xwe dîtiye. Di ast a navdewletî de jî gihiştiye astek bilind. Tu bi çi ve girêdide?

Bedîl Brahîm: Ev yek bi Azadiyê ve girêdayî ye. Ji hinga parçeyek (Başûrê Kurdistanê) ji welatê me azad bû ye (Vê dawiyê jî Rojavayê Kurdistanê) bazara Muzîka Kurdî geştir û xurttir bûye.

Stranên hunermendên Kurd li van beşên welatê me bê pirsgirêk tên afirandin, tomarkirin, belavkirin û guhdarkirin.

Mêdyayên Kurdî berhemên hunermendan bi riya Rojname û Tv‘yan digihînin asta Netewî û Navnetewî.

Ev yek moralek mezin dide Hunermendan û dibe sebeb û delfet, ku hunerek xweş, geş û bi hêz biafirînin.

Lê li parçeyên ne azad, ev delfet gelek kêm in û hema bê nîn in.

Tê gotin, ku bandora Muzîka Kurdî li welatên derdorên Kurdistanê gelek çêbûye. Taybetî Muzîka Tirkî, vê yekê tu çawa dinirxîne?

Bedîl Brahîm: Heger mirov muzîka welatên derdor bişopîne, ji sedî 60 heta 70 tovê stran, style û motîvên Kurdî tê de bibînî.

Gelek stranên wan ên bi nav û deng û populer yên Kurdî ne, ku wergerandine zimanê xwe.

Ya ku herî zêde balkêş û Mirov diêşîne, stranbêjên ku bi eslê xwe Kurd in, van stranên Kurdî werdigerîn in zimanê wan welatên derdor.

Pêşeroja Muzîka Kurdî, tu çawa dibîne, geşedan û nasîna baştir a muzîka Kurdî, bi çi ve girêdayî ye?

Bedîl Brahîm: Heta ev her du parçeyên welatê me azad bin, dê rewşa muzîka Kurdî baş be.

Lê kengî welatê me bi tevahî azad bû, Zanîngehên çand, hunerî û taybet yên muzîkê çêbûn, hingê dê rewşa muzîka Kurdî bigihe ya cîhanê û muzîka welatên derdor, dê di bin wê dewlemendiya muzîka Kurdî de bêbandor bimîn in.

Herweha di warê muzîkê de, tevgirêdanek baş dinav zaravayên Kurdî de, beşên cuda yên Kurdistanê de çêbû ye. Bandora vê li muzîka Kurdî çi ye?

Bedîl Brahîm: Ev yek wek Mozaîke. Dewlemendiyek mezin e bo muzîka Kurdî.

Her gulek bêhna wê heye. Her rengek ciwaniyek wê heye, her dengek tamek, xweşiyek wê heye.

Ev tevgirêdan bandorê li wan zaravayan dike, ku ji hev sud werbigrin û hunerek baş biafirînin.

Girêdayî te û muzîkê kek Bedîl. Klîpek te berî demekê ligel Hozan Derwêş Serhedî hate weşandin, pêşwaziyek gelek baş dît. Pêşwaziya wê te çawa dît? Hestên guhdaran?

Bedîl Brahîm: Belê gava min û Derwêş biryar da em vê stranê pêk ve bistrîn in, min ji serî de zanîbû wê pêşwaziyek baş bibîn e. 1. Dengê min ji dengbêjiyê re gelek xweş li guhê min tê û Ev bi guhdarvanên min ra jî wisa ye. Dengê Hozan Derwêş jî gelekî li stranên Dengbêjiyê tê.
2.Wek min anîbu ziman, dengbêjî bingeha muzîka Kurdî ye û gelê me jî, gelek hez ji stranên dengbêjiyê dike. Lewma min zanîbû, dê pêşwaziyek baş lê were kirin. Me ji guhdarvanan bes peyvên pozîtîf wergirtin. Evê jî gelek keyfa me anî.

Lawikên xweş, muzika klasik a xweş a Kurdî, bi dengê xweş ê Bedîl, di demek nêzîk de – bi xebatên nû dê werin xemilandin?

Bedîl Brahîm: Gelek spas. Belê di demek nêzîk de bi çend stranan, taybet stranek klasîk, ku Ez dê klîpa wê jî amade bikim derkevim hemberî we xoştiviyan.

Ez ji vê gavê bawer im ku dê were hezkirin.