Şanda ENKSê li Moskowê rewşa herêmên Kurdî gotûbêj kir
Hewlêr (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) îro înê 29ê Cotmeha 2021ê li Moskowa paytexta Rûsyayê ligel Cîgirê Wezîrê Derve û Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê yê ji bo Rojhilata Navîn Mîxaîl Bukdanov civiya.
Şanda ENKSê li Moskowê ligel rayedaran li ser rewşa siyasî ya li Sûriyê û geşedanên herî dawî yên xebatên Komîteya Destûrê û li ser biryara 2254 gotûbêj kirin.
Herwiha di civînê de li ser rewşa herêmên Kurdî û pêwîstiya hevkariya ligel Rûsyayê li ser dîtina çareseriyek ji bo pirsa Kurd a li Sûriyê û çespandina mafên Kurdan bi destûrê hat axaftin.
Ji aliyê xwe ve Cîgirê Wezîrê Derve û Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê yê ji bo Rojhilata Navîn Mîxaîl Bukdanov tekezî li ser pêwîstiya cîbicîkirina biryarên navdewletî û berdewamkirina hewldanên ji bo çareseriya siyasî kir.
Mîxaîl Bukdanov herwiha tekezî li ser pêwîstiya mafên Kurdan û pêkhateyên din ên li Sûriyê di çarçoveya çareseriya giştî ya Sûriyê de kir û bal kişand ser wê yekê ku yekrêziya Kurdan dê ji bo çespandina van mafan bibe alîkar.