Pispor: Operasyona li ser Rojava mijareke hevdîtina Erdogan û Biden e

kurdistan24.net

Enqere (K24) – Şewirmendê Ewlehiyê yê Amerîkayê Jake Sullivan radigihane ku her çi qas hêj biryarek tekez nehatibe dayîn jî, ew çaverê ne Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Joe Biden li Glasgowê di çarçoveya lûtkeya COP-26an de bicivin. Erdogan beriya niha gotibû rojeva sereke ya hevdîtina wî bi Biden re, kêşeya F-35an e. Lê belê şarezayên babetê li Tirkiyê dibêjin Erdogan pêşî dê egera operasyonek li ser Sûriyê bîne rojevê.

Beriya niha Serokkomariya Tirkiyê ragihandibû ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Romayê di çarçoveya lûtkeya G-20an de dê bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re bicive. Bernameya Romayê ya Biden û Erdogan betal bû.  Her çi qas hêj ji aliyê Amerîkayê ve nehatibe teqezkirin jî çavkaniyên dîplomatîk radigihînin ku 2 serok bi egerek mezin di Lûtkeya COP-26an ya Qeyrana Sirûştî de dê hevdû bibînin. Serokkomarê Tirkiyê radigihîne ku rojeva sereke ya hevdîtina wî bi Serokê Amerîkayê re dê kêşeya F-35an be.

Şarezayê Pêwendiyên Amerîka Û Tirkiyê Prof. Îlhan Uzgel ji K24ê re got: “Ez nebawer im ku kêşeya F-35an were rojevê, ev prose bo Amerîkayê bidawî bûye û Tirkiye ji bernameyê hatiye derxistin. Tirkiye dixwaze li ser Sûriyê operasyonekê bide destpêkirin, lê belê bêyî destûra Amerîkayê nabe ji loma ev yek bi egerek mezin dê were rojevê. Firotina F-16 ji Tirkiyê re ji xwe girêdayî biryara Kongrêsê ye. Hevkariya li Behra Reş jî dibe ku were axaftin.

Li aliyên din beşek ji şarezayên nêzî hikûmeta Tirkiyê jî, bal dikişînin liser rojeva egera operasyonek li ser Sûriyê.

Şarezayê Ewlehiyê Mîthat Işik dibêje: “Di çarçoveya danûstandinên bi Amerîkayê re de Tirkiye dixwaze liser Sûriyê operasyonekê bide destpêkirin. Devera operasyonê hêj nediyar e lê belê bi egerek mezin Tirkiye dê li ser deverên Til Temir, Eyn Îsa, Tel Rifat, Minbîçê operasyonekê bide destpêkirin. Beşek mezin ya ew deveran jî di bin kintrola Rûsyayê de ye.”

Serokê Amerîkayê Joe Biden serê Cotmehê di nameya xwe ya bo serokatiya Kongrêsa Amerîkayê de gotibû, Tirkiye bi operasyonên xwe yên li Sûriyê ewlehiya netewî ya Amerîkayê û seqamgeriya deverê dixwe xeterê. Di vê çarçoveyê de destûra Amerîkayê bo operasyonek liser Sûriyê wek egerek lawaz tê dîtin.