Stenbol.. Ciwanên Kurdistanê beşdarî Lûtkeya Aştiyê ya Cîhanê bûn

Di lûtkeyê de Alaya Kurdistanê hate vekirin û ji bo dahatûya aştiya cîhanê pêkvejiyana li Kurdistanê wek mînakekê hate nîşandayîn.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Lûtkeya Aştiya Cîhanî bi beşdariya ciwanên ji Kurdistanê li bajarê Stenbolê hate lidarxistin. Di lûtkeyê de Alaya Kurdistanê hate vekirin û ji bo dahatûya aştiya cîhanê pêkvejiyana li Kurdistanê wek mînakekê hate nîşandayîn.

Li Stenbolê Lûtkeya Aştiya Cîhanî 2021 bi beşdariya ciwanên 50 welatên cîhanê (Global Peace Summit)  hate lidarxistin. Di lûtkeyê de li ser navê Kurdistanê Nûnerên ji bajarên Kerkûk û Silêmanî jî amade bûn. Wek nûnerên din yê cîhanê, ciwanên Kurd jî bi Alaya Kurdistanê gotarên xwe pêşkêşirin û ji bo aştiyeke mayînde ya li hemû cîhanê pêkvejiyana li Kurdistanê wek mînakekê nîşandan. Nûnera Herêma Kurdistanê ji Silêmanî Şinya Emer ragihand; ew pê gelek serbilind bûne ku bi saya wan gelek ciwanên ji welatên cîhanê li ber Alaya Kurdistanê wêne girtine û kincên netweyî yê Kurdan naskirine.

Nûnera Silêmanî Kerkûkê ya Lûtkeya Aştiya Cîhanî Şînya Emer ji K24ê re got: “Lûtkeya Aşityê ya Cîhanê platformeke navdewletî ya Gêncan e. Ji bo normên aştiyê têkoşîn tê dayîn herwiha ji bo qebîlkirina gêncan û naskirina çandên hev cûda. Em jî wek ciwanên Kurd hatin tevlÎ vê civatê bûn. Me cil û bergeên Kurdî li xwe kirin. Gelek neteweyên vê derê pê nizanibûn me bi şanazî anasîna kincên Kurdî û Kurdistanê kir.”

Nûnera Cezayîrê Afifa Chek jî dibêje, Cezayîr di çarçoveya mafê diyarkirina çarenûsa gelan de, piştgiriya bixwerêveberiya hemû gelan dike, ez bixwe jî li ser Kurdan lêkolînê dikim û dizanim li Iraqê herêma Kurdistanê heye û bi tena serê xwe ye.

Nûnera Cezayîrê ya Lûtkeya Aştiya Cîhanî Afifa Chek got: “Ez di vê konferansê de nûnertiya Cezayîrê dikim û dê bo Netewên Yekbûyî li ser rêgezên jiyaneke tendirûst û berdewam baxivim. Cezayîr di çarçoveya mafê diyarkirina çarenûsa gelan de, piştgiriya bixwerêveberiya hemû gelan dike. Li ser çand û jiyana Kurdan min bixwe lêkolîn kirine û derbarê wan de agahdarim. Ez zanim ku li Iraqê herêma Kurdistanê heye û bi tena serê xwe ye. Herwiha alaya wê û zimanê wê yê xweser heye. Bi saya hevalên xwe yên ji Kurdistanê, dizanim ku mirovên gelekî başin; rêzdar û rewşenbîr in jî.”

Dîrektorê Lûtkeya Aştiya Cîhanî Muhammed Ahmed jî ragihand, ew çend sal berê çûye Kurdistanê û serdana parlamentoyê kiriye û ew gelekî şanaze ku rêvebrên Kurdistanê giringiyê didin van lûtkeyan û ciwanan dişinin da beşdariyê têde bikin. Ahmed dibêje; dizanim ku bo çaksaziya herêmê gelek proje hene û em hevîdarin ev platform jî bibe aliyê çareseriyê di warê cîbicîbûna wan projeyên çaksaziya herêma Kurdistanê de.

Dîrektorê Lûtkeya Aştiya Cîhanî Muhammed Ahmed got: “Em gelekî keyfxweş in ku bi beşdariya zêdetirî 50 welatan vê Lûtkeya Aştiya Cîhanî ya 2021an li Tirkiyê bi rêve dibin. Ji Kurdistan, Iraq û bi giştî ji Asya û Efrîqaya Navîn û Rojhilatê Efrîqayê gelek xwendekarên genc û enerjik hene ku pê bawerim dê bo dahatûya aştiya cîhanî, rêlibergirtina guherîna kêşûhewa û jiyaneke bi edalet danûstandinên girîng pêk bînin.

Lûtkeya Aştiyê ya Cîhanî armanc dike ku bi rêya van konferansan bi destê ciwanan li cîhanê aştiyeke mayînde pêk bîne. Ji bo vê yekê jî danûstandin tên kirin, nîqaş û gotar û proje tên amadekirin ji aliyê ciwanên beşdarî konferansê dibin. Nûnerê ji Herêma Kurdistanê bajarê Kerkûkê Ahmad Sîrwan jî bo nîşaneya pêkvejiyana li Kurdistanê tabloyeke aştiyê diyarî rêveberên rêxistinê kir.