Komek Sûriyeyî piştî xwarina mûz ji Tirkiyê tên dersînorkirin

kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Li Tirkiyeyê komekê gêncên Sûriyeyî piştî gotinên der barê wan de bi xwarina mûz reaksiyonê nîşan didin tên dersînorkirin. Welatiyekî Tirk dibêje “Ez li welatê xwe nikarim mûz bixwim, lê Sûriyeyî têra xwe mûz dixwin.” Li ser van gotinan hinek Sûriyeyî vîdeoya ku tê da mûz dixwin belav dikin ku ev jî rastî bertekên civaka Tirk tê. Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê helwesta gêncên Sûriyeyî wek provakatîf dibîne û der barê wan Sûriyiyan de biryara dersînorkirinê dide. Hiqûqnas û aktivîst bûyera rû daye wek adlî dest nîşan dikin, ji ber vê biryara dersînorkirinê li dijî hiqûq û dermirovî dibînin.

Li Tirkiyeyê ev videoya ku tê da penaberên Sûrî mûz dixwin cîh digire dibe sedema dersînorkirina wan penaberan.

Welatiyekî Tirk dema roportajeke li nav kolanan dibêje: “Ez nikarim mûz bixwim, lê Sûriyiyan têra xwe mûz dixwin.” Li ser van gotinan hinek Sûriyeyî yên li Tirkiyê dijîn videoya ku tê da mûz dixwin li ser soscîal medîayê belav dikin.

Piştî civaka Tirk bertek nîşanî van vîdeoyan didin, Îdareya Koç a Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê ragihand hinek kesên di videoyê de cîh digirin hatine girtin û ji bo dersînorkirina wan proseya fermî dan destpêkirin.

Li gor rojnamevanê Sûriyeyî Ammar Al Rifaî ku li Stenbolê dijî, helwesta gêncên Sûriyeyî helwesteke xelet e lê biryara dersînorkirinê jî biryareke giran e û ne rast e.

Rojnamevan Ammar Al Rifaî got: “Demeke dirêj e di navbera Tirk û Sûriyeyiyan de rakeşiyek heye û ev her mezintir dibe. Em ji aliyê gelê Tirk ve baş hatin pêşwazîkirin lê hinek kes dixwazin her du alî pev biçin. Vîdeoyên muz xwarinê pêşî wekî komedî hatin şîrovekirin, lê piştre ev vîdeo li ser soscîal medîayê gelek hatin belavkirin û ji armanca xwe dûr ketin. Li gel belavkirina vîdeoyan biryara dersînorkirinê jî cîhê şermazarkirinê ye.”

Hiqûqnas û Seroka Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî cizaya dersînorkirinê li dijî hiqûqê û wek dermirovî dinirxîne.

Seroka Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî dibêje: “Biryara dersînorkirina penaberan, li dijî hiqûqa navxweyî û li dijî hiqûqa Cenevre ya Navdewletî ye. Çimkî li gor hiqûqê, kes nikare penaberek bişîne cîhê ku şer lê berdewam dike. Bi biryara dersînorkirina penaberan, Tirkiye hiqûqa navxweyî û ya navdewletî bin pê dike. Ji ber vê biryar ne hiqûqî ye.”

Tîmên Asayîşa Tirkiyeyê 31 penaberan tespît kirine ku ev vîdeo belav kirine. Ji wan 11 kesan hatine desteserkirin û ji bo qefaltina penaberên din jî lêgerîna polêsan berdewam dike. Kesên werin girtin dê bên dersînorkirin.