Berpirsekî Amerîkî: Biden dê Erdogan ji reftarên neberpirsyar hişyar bike

Berpirsekî Amerîkî: Biden dê îro Çarşemê li perawîza Lûtkeya G-20 bi Erdogan re bice.
Reuters
Reuters

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsekî Amerîka radigihîne, Serokê Amerîka Joe Biden dê hevdîtinê ligel Serokê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan bike û dê wî ji “riftarên neberpirsyar” hişyar bike.

Wî berpirsê Amerîka ji ajansa “Reuters” re ragihand, Biden dê îro Çarşemê li perawîza Lûtkeya G-20 bi Erdogan re bice. Diyar kir jî, Biden dê Erdogan ji riftarên neberpirsyar yên dê sûdê nedin pêwendiya Amerîkî – Tirkî, hişyar bike.

Destnîşan kir jî, Biden dê bi Erdogan re guftûgoyan derbarê daxwaza Tirkiyê ya kirîna firokeyên F-16 û pêwendiyên her dualî yên di warê berevaniyê de bike.

Tirkiye û Amerîka hevalbendên NATOyê ne, lê çendîn nakokiyên wan hene, di serî de jî mijara piştgiriya Amerîka ji Yekîneyên Parastina Gelê (YPG) re û kirîna Tirkiyê ya sîstema S-400 ji Rûsyayê. Herwiha Biden komkujiya Ermenan a ji aliyê dewleta Osmaniyan ve hatibû kirin jî nas kiribû.

Herî dawî jî, balyozên Amerîka, Fransa, Almanya, Danîmarka, Norwêc, Hollanda, Swêd, Fînlandiya, Kanada û New Zelanda bi daxuyaniyekê bang li rayedarên Tirkiyê kiribûn ku karsaz Osman Kavala serbest berdin.

Tirkiye jî bersiva wê daxuyanê da û ew 10 balyoz wek “kesên nexwastî” ragihandibû. Lê di piştre Tirkiye ji vê gava xwe bi paş ve vekişiya, piştî ku wan balyozan di daxuyaniyekê de diyar kirin, ew pabendî Peymana Viennayê ne û wan ti destêwerdan di Tirkiyê de nekirine.

Lûtkeya Koma G-20 li Romayê di roja duyem de dewam dike û mijarên herî girîng ên di lûtkeyê de werin nîqaşkirin jî, guhertina keşûhawayê, vîrûsa Koronay, pêvajoya vaksînkirinê û asayîkirina rewşa aboriyê ya cîhanê ye.