Erdogan û Biden li ser damezirandina mîkanîzmeke hevbeş li hev kirin

Koşka spî daxuyakirin, Biden dixwaze bi Tirkiyeyê re pêwendiyan firehtir bike û mijarên nakok bi danûstandinan çareser bike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokên Amerîka û Tirkiyê li Romayê civiyan, ji ber ku Serokomarê Tirkiyê li New Yorkê nekarîbû bi Biden re bicive, giringiyeke mezin bi vê civînê dihat dayîn. Li gor daxuyaniyên aliyan ji Lîbya heta Sûriye û Efxanistanê û mijarên nakok yên navçeyê hatine gotûbêjkirin û Biden bal kişandiye li ser giringiya, rêzgirtina li mafên mirovan, bêalîbûna dadgehan û saziyên demokratîk. 

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan li Romayê, di civîna G-20 de bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re civiya. Civîna ku bo 20 xulekan hatibû diyarkirin, demjimêrek û 10 xulek dom kir. Wezîrên Derve yên her du aliyan jî beşdarî civînê bûn. Erdogan ji ber ku nekarîbû li New Yorkê bi Biden re hevdîtinê bike, dilgiraniya xwe anîbû ziman, ji ber vê girîngeyeke mezin bi egera hevdîtinê dihat dayîn.

Nivîsîngeha Ragihandina Serokomariya Tirkiyeyê da xuyakirin, di civînê de, pêwendiyên dualî û rewşa navçeyê hatine gotûbêjkirin û her du serok rêkeftine ku bi armanca pêşxistina pêwendiyên û çareseriya nakokiyan, mîkanîzmayeke hevbeş damezrînin.

Koşka spî jî daxuyakirin, Biden dixwaze bi Tirkiyeyê re pêwendiyan firehtir bike û mijarên nakok bi danûstandinan çareser bike. Li gor daxuyaniyê, proseya siyasî ya Sûriyê, rewşa Efxanistan, Qafqasya û Rojhilatê Derya Naverast hatine gotûbêjkirin.

Erdogan ji bo operasyoneke li ser Rojavayê Kurdistanê li benda encamên civîna Biden bû. Lê nayê zanîn gelo Biden bo operasyona Tirkiyeyê glopeke kesk pêxistiye yan na. Liv û tevgerên meydanî nîşan didin, Amerîka û Rûsya, ji egera operasyoneke li ser rojavayê Kurdistanê nerazî ne.

Beşeke giring ya daxuyaniyê jî ev e ku Biden bal kişandiye li ser girîngiya saziyên bihêz yên demokratîk, rêzgirtina li mafên mirovan, bo aştî û pêşveçûnê girîngiya serdestiya mafnasiyê.

Serokomarê Tirkiyeyê piştî civînê jî da xuyakirin, ew ji piştevaniya Amerîka bo PKK-YPG dilgiran in û di civîna ligel Biden de behsa vê kirine, ku ziyanê dide pêwendiyên aliyan. Erdogan got, proseya piştevaniya Amerîka bo şervanên Kurd li Sûriyê weke heta niha berdewam nake.

Berpirsekî Bilind ê Amerîkayê bo Reutersê gotiye, di hevdîtinê de mijarên vegerandina 1.4 milyar dolarên ku bo projeya F-35 hatibû dayîn û daxwaza Tirkiyeyê bo kirîna firokeyên F16 jî hatine rojevê. Lê Amerîka ji ber kirîna sîstemên S-400 ên Rûsî, dorpêçî danîbû li ser Tirkiyeyê ku mijara firotina firokeyên F16 zêde hêsan nîne.