Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê peyamekê arastî Mesrûr Barzanî dike

Wezîrê Dewletê yê Brîtanya ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn hevxemiya xwe ji bo şehîdbûna du Pêşmergeyan nîşan da.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Dewletê yê Brîtanya ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn di peyamekê bo Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de, hevxemiya xwe ji bo şehîdbûna du Pêşmergeyan nîşan da.

Wezîrê Dewletê yê Brîtanya ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkya James Cleverly di peyamekê de ku arasteyî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir, sersaxiya xwe ji bo şehîdbûna du Pêşmergeyan nîşan da ku di êrîşeke teroristên DAIŞê de li Pirdê şehîd bûbûn.

James Cleverly di peyama xwe de got: “Bi mixabinî ve min nûçeya canjidestdana du Pêşmergeyên we di êrîşeke DAIŞê li Pirdê bihît. Hevxemiya xwe ligel malbatên wan Pêşmergeyan radigihînim.”

Şeva 30î Cotmeha 2021ê terorîstên DAIŞê li mîhwera Pirdê ya Kerkûkê êrîş kirin ser hêzên Pêşmerge û di encamê de du Pêşmergeyên bi navê Hemîd Heyas Kakayî û Ako Kerîm Qadir şehîd bûn.