65 çekdarên DAIŞê xwe radestî desthilatên Efxanistanê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Nangarharê ya li rojhilatê Afxanistanê, herî kêm 65 çekdarên DAIŞê xwe radestî rayedarên Efxanistanê kirine.

Parêzgarê Nangaharê di daxuyaniyekê de ragihand, çekdarên DAIŞê yên xwe radest kirine, poşmaniya xwe ji ber kiryarên xwe yên berê kirine, nîşan dane.

Li gorî parêzgarê Nangarharê, çekdarên DAIŞê piştî navbênkariya rûspiyên eşîrên herêmê, li herêmên "Kot" û "Bati Kot" xwe radest kirin.

Li gorî heman çavkaniyan, ew çekdar bi mercê ku sîstema giştî binpê nekin, hatine efûkirin.

Berî du hefteyan jî, Talîbanê destserkirina "walîyê DAIŞê" li parêzgeha Nangarharê ragihandibû.

Piştî ku Tevgera Talîbanê dest danî ser Kabulê di navîna meha Tebaxa bûrî û girtî vala kirin, bi sedan çekdarên DAIŞê berê xwe dan wîlayeta Nangaharê.