Hevpeymaniya Navdewletî: Em bi hevkariya Pêşmerge şerê dijî DAIŞê didomînin

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand; Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Cemal Mihemed pêşwazî li Kolonel Tad Boros û şanda pê re kir.

Hewlêr (K24) – Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand; Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Cemal Mihemed pêşwazî li Kolonel Tad Boros û şanda pê re kir.

Wezareta Pêşmerge diyar kir; şanda mêvan hevxemî û sersaxiya hêzên Hevpeymanan gihande Wezareta Pêşmerge ji ber şehîdbûna du pêşmergeyên qehreman, ku şeva 30yê Cotmeha 2021ê di êrîşeke terorîstên DAIŞê de bo ser hêzên Pêşmerge şehîd bûn, sersaxî dan Wezareta Pêşmerge û malbatên şehîdan û hemû hêzên Pêşmerge.

Herwiha hat eşkerekirin ku şanda mêvan tekez kir ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê berdewam dibin di alîkarî û hevkariyê de bo hêzên Pêşmerge û piştevaniya xwe nîşan dan ji bo Pêşmerge di rûbirûbûna terorîstên DAIŞê de.