MEE: Rûsya û Tirkiye çarenivîsa Kobaniyê gotûbêj dikin

MEE: Rûsya û Tirkiyê danûstandinan ji bo diyarkirina çarenivîsa herêma Kobanî û derxistina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji wê herêmê dikin
Kobanê
Kobanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Malpera “Middle East Eye” aşkere kir, danûstandin di navbera Rûsya û Tirkiyê de hene, ji bo gotûbêjkirina çarenivîsa çend deverên li bakurê Sûriyê, berî destpêkirina şerê pêşbînîkirî yê Tirkiyê.

Malpera Middle East Eye (MEE) belav kir, Rûsya di van deman de bi Tirkiyê re danûstandinan dike ji bo diyarkirina çarenivîsa herêma Kobanî û derxistina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji wê herêmê.

Malpera ku navenda wê li Londonê ye amaje bi wê yekê jî kir, armanca danûstandinan ew e, rêkeftinekê pêk bînin da ku fikarên Enqerê yên derbarê hebûna "PKK" û "PYD" li ser sînorê wê yê başûrê ji holê rakin.

Bal kişand ser wê yekê, reşnivîsa rêkeftina Rûsî-Tirkî, hebûna Rûsî li Kobanî li xwe digire, lê Tirkiyê jî dê navçeyên derdora riya navdewletî M4 li bakurê rojhilatê Sûriyê kontrol bike.

Çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir, di rêkeftina destpêkê de hatiye destnîşankirin, Enqere dê hêzên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê (grûpên çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiyê piştevaniya wan dike) li Kobaniyê bi cih neke, herwiha Rûsya û Tirkiyê dê bi hevbeşî riya M4 kontrol bikin, li hember wê yekê jî Tirkiyê dê baregeha Rûsî ya Sarînê biparêze.

Li gor wê malperê jî, Rûsya daxwaz ji Enqereyê kir ku dest ji bajarê Arîha yê Idlibê berde, ev yek jî tê wê wateyê ku Tirkiye dest ji başûrê riya M4 berde, lê Tirkiyê ti bersiveke zelal li ser wê yekê neda û herwiha derbarê Idlibê de jî ti soz nedan.

Ev yek di demekê de, hêzên Tirkiyê û grûpên çekdarên opozîsyona Sûriyê ji çend hefteyan ve amadekariya destpêkirina operasyoneke leşkerî li dijî herêmên Kurdî û HSDê dikin, Tirkiye jî daxuyaniyên tund derbarê destpêkirina operasyoneke leşkerî didin.