Ekrem Onen: Amerîka û Rûsya ne ligel mana Tirkiyê ya li Sûriyê ne

Şîrovekarê siyasî Ekrem Onen li ser gefên Tirkiyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê axivî.
Şîrovekarê siyasî Ekrem Onen
Şîrovekarê siyasî Ekrem Onen

Hewlêr (K24) – Şîrovekarê siyasî Ekrem Onen li ser gefên Tirkiyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê diyar kir: “Ez bi xwe bawer nakim Tirkiye di şertên niha de operasyonekê bike.” Herwiha destnîşan dike: “Wisa xuya dike ku tifaqeke nediyar di navbera Rûsya û Amerîkayê de heye li ser derxistina Tirkiye û Îranê ji Sûriyê.”

Tirkiye gefa operasyoneke nû bi ser Rojavayê Kurdistanê de dixwe û komên çekdar li derdora Rojavayê Kurdistanê kom kirine û gelek çek veguhestine.

Şîrovekarê siyasî Ekrem Onen ji Stockholmê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser egera operasyona serbazî ya Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê axivî.

Ekrem Onen diyar kir: “Ez bi xwe bawer nakim Tirkiye di şertên niha de operasyonekê bike. Tirkiye ez bawer dikim bazarê dike, li aliyekî bi Amerîkayê re û li aliyekî jî bi Rûsyayê re, lê Tirkiye pir zehmet e ku îro bikare operasyonekê li ser Rojavayê Kurdistanê bike, ji ber ku ev yek ne di berjewendiya Rûsya û ne jî di berjewendiya Amerîkayê de ye.”

Onen destnîşan kir: “Eger Rûsya an Amerîka, an jî her du bi hev re îşareta kesk nedin Tirkiyê, Tirkiye ne mimkun e ku bikare operasyonekê bike, ji ber ku Tirkiye ji her kesî bêhtir vê yekê dizane.”

Şîrovekarê siyasî Ekrem Onen li ser hevdîtina Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a li Lûtkeya G20 diyar kir ku Erdogan di hevdîtinê de xwest ji Biden re bide fêmkirin ku Rûsya zorê dide Tirkiyê ku ji Sûriyê derkeve û Erdogan xwest ligel Biden helwestekê nîşan bidin û got: “Lê belê wisa xuya dike ku tifaqeke nediyar di navbera Rûsya û Amerîkayê de heye li ser derxistina Tirkiye û Îranê ji Sûriyê.”