Li Kabulê teqîn: 25 kes hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa nûçeyan a Reutersê ragihand; di encama teqîneke bihêz de li nexweşxaneyeke Kabula paytexta Efxanistanê, 25 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Ajansa Reutersê eşkere kir; piştî ku hejmarek xwekuj ketine nav nexweşxaneyeke serbazî ya li Kabulê, dest bi reşandina gulleyan û êrîşkirina ser xelkê kirine.
Herwiha diyar kir ku çekdarên DAIŞê avêtine ser Nexweşxaneya Serdar Mihemed Dawid a serbazî ya li naverasta Kabulê, piştî reşandina gulleyan û kuştina xelkê, xwekûjekî xwe teqandiye.
Hat ragihandin ku di encama bûyerê de 25 kes hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.