Encûmena Wezîran bi serokatiya Mesrûr Barzanî dicive û sê pirsên girîng guftûgo dike

Pirsa qerebûkirina kesên ziyan ji lehiya Hewlêrê dîtine, yek ji mijarên civînê ne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 3ê Mijdara 2021ê civîna xwe ya heftane bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dike.

Li gor daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de sê mijarên sereke tên guftûgokirin, yek ji wan jî pirsa qerebûkirina kesên ziyan ji lehiya Hewlêrê dîtine ye.

Li gor daxuyaniyê, di mijareke din de reşnivîsa (Peyrewa Encûmena Bilind a Geşepêdana Jinan li Herêma Kurdistanê - Iraq) bi mêvandariya Sekretera Giştî ya Encûmena Bilind a Jinan tê guftûgokirin.

Di mijara sêyem a civîna Encûmena Wezîran de, pirsa wergirtina derçûyên qonaxa amadehiyê li zanîngeh û peymangehan tê guftûgokirin.