Cotkarên Kurd li sînorê Sergeran rûbirûyî erebkirinê dibin
Hewlêr (K24) – Hêzeke serbazî ya Iraqî bi rêya Lijneya Çandiniyê ya parêzgeha Kerkûkê hewl dan bi darê zorê beşek ji zeviyên çandiniyê yên gundê Gabelek ê ser bi nahiya Sergeran bipîvin.
Yek ji nûnerên cotkarên sînorê Sergeran ji K24ê re ragihand; biryar e îro şandeke Çandiniya Kerkûkê bi piştevaniya hêzên ewlehiyê biçin gundê Gabelek û 100 donim zeviyên cotkarên Kurd dagîr bikin.
Cotkar herwiha diyar kir ku ew rê nadin dagîrkirina zeviyên xwe ji aliyê erebên hawirde ve.