Parlamentoya Kurdistanê ji bo nivîsandina destûrê amadekariyê dike

Sekreterê Parlamentoya Kurdistanê ragihand; hemû fraksiyon ligel wê yekê ne ku Herêma Kurdistanê di vê xula parlamentoyê de bibe xwediyê destûra xwe.
Parlamento amadekariya nivîsandina destûra Herêma Kurdistanê dike
Parlamento amadekariya nivîsandina destûra Herêma Kurdistanê dike

Hewlêr (K24) – Sekreterê Parlamentoya Kurdistanê ragihand; hemû fraksiyon ligel wê yekê ne ku Herêma Kurdistanê di vê xula parlamentoyê de bibe xwediyê destûra xwe û hat pêşniyarkirin ku rapirsiya li ser destûrê bixin dema hilbijartinên bê yên parlamentoyê.

Yek ji mijarên civîna Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û serokên fraksiyonan, pêngavên nivîsandina destûrê bû. Mebesta Serokatiya Parlamentoyê ew e ku pêngav werin bilezkirin û li ser pêkanîna lijneya nivîsandina destûrê xebat were kirin û karên nivîsandina destûrê werin bilezkirin, ji bo vê yekê jî biryar hat dayîn ku di nava 10 rojan de nêrînên fraksiyonan bo Serokatiya Parlamentoyê werin şandin, hemû fraksiyon ligel wê yekê ne ku di vê xula parlamentoyê de destûr were nivîsandin.

Sekretera Palamentoya Kurdistanê Muna Qehwecî li ser vê mijarê ji K24ê re diyar kir; li ser nivîsandina destûra Herêma Kurdistanê, raman û nêrînên ku hatine parlamentoyê, weke projeyeke niştimanî amade dikin, piştre li ber çavan derbas dikin û lijneyek ji bo danîna mekanîzmayekê diyar dikin.