“Êrîşa nû ya Tirkiyê bi helwesta zilhêzên li herêmê ve girêdayî ye”

Rayedarên Tirkiyeyê gefa operasyoneke nû li Rojavayê Kurdistanê dixwin û bi Rûsya û Amerîkayê re li ser vê mijarê hevdîtanan dikin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Rayedarên Tirkiyeyê gefa operasyoneke nû li Rojavayê Kurdistanê dixwin û bi Rûsya û Amerîkayê re li ser vê mijarê hevdîtanan dikin. Li gorî nirxandina şîrovekarên siyasî, operasyoneke nû bi helwesta zilhêzên li navçeyê ve girêdayî ye. Her dîsa hin şîrovekar tînin zimên ku Tirkiye di siyaseta navxwe û derve de ji aliyê siyasî û abûrî ve di nava qeyraneke mezin de ye û bi vê operasyonê li rêyekê digere.

Tirkiye dixwaze ku li hemberî Rojavayê Kurdistanê operasyona çaremîn bike. Rayedarên Tirkiyeyê di destpêkirina operasyoneke nû de rijd bûn lê piştî hevdîtina bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re gotinên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan nerim bûn. Şîrovekarê siyasî Cano Amedî got; Tirkiye ji destpêka şerê Sûrî ve dixwaze bi xewnên Osmaniyeke nû, bi alîkariya cîhadîstan sînorên xwe fireh bike lê dema vê dike jî kurdan ji cih û warên wan dike. 

Şîrovekarê Siyasî Cano Amedî ji K24ê re got: “Rusya, Sûrî û beşeke kurdan; bi taybetî PKK û Qendîl bi hev re dixwazin kurd bi rejîmê re li hev bike.  Tirkiye jî dixwaze Başûrê Rojavayê Kurdistanê kontrol bike û kurdên din jî bi rejîma Sûrî ve girê bide û statûyeke kurdan çênebe.”

Li gorî nirxandina şîrovekarên siyasî, operasyoneke nû ya Tirkiyeyê dê ne di berjewendiyên Amerîka û Rûsyayê de be. Lê belê herdu zilhêz jî dê li rewşê binêrin û li gorî wê biryara xwe bidin. Şîrovekar tînin zimên ku Rûsya li beramberî Idlibê dibe ku ji bo Tirkiyeyê gulopa kesk pê bixe lê operasyoneke nû dê dîsa pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê aloz bike. Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel got; Tirkiye di siyaseta navxwe û derve de ji aliyê siyasî û abûrî ve di nava qeyraneke mezin de ye û li riyekê digere lê ev rê ne operasyoneke nû ye.

Cîgirê Serokê PSKê Bayram Bozyel dibêje: “Tirkiye hem li hundir û hem jî li derve ji aliyê abûrî, siyasî û dîplomasî ve di nava qeyraneke mezin de ye. Em dikarin bêjin; ev siyaseta Hikûmeta Tirkiyeyê bi tevahî xetimî ye û êdî dawiya wê xuya dike. Her kes jî vê yekê dibîne. Hikûmet dixwaze rojevê biguhere û emrê xwe dirêj bike. Her dîsa dixwaze ku welatî bala xwe nedin meseleyên navxwe ango nan û demokrasî û azadiyan û bala xwe bidin meseleyên derve.”

Ji despêkirina şerê naxwe yê Sûrî ve Tirkiye 3 caran êriş bir ser Rojavayê Kurdistanê. Di 2016an de Operasyona Mertala Firadê, 2018an de Çiqilê Zeytûnê û di 2019an de jî Kaniya Aşitiyê encam da û li Cereblus, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bicih bû. Tirkiye vê carê dixwaze li herêmên Til Temîr, Til Rifat, Eyn Îsa û Minbic bicih bibe ku bandora Îran û Rûsyayê li ser van herêman heye. Gelo dê Tirkiye, operasyoneke nû bike an na? bersiva vê pirse bi helwesta Rûsya û Amerîkayê ve girêdayî ye.