Hikûmeta Herêmê plana xwe ya nû ya belavkirina vaksînan pêşkêş dike

Wezîrê Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî plana xwe li Parlamentoya Kurdistanê pêşkêş dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e îro Pêncşemê Wezîrê Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ji bo nirxandina rewşa vîrûsa Koronayê û pêngavên hikûmetê yên ji bo kontrolkirina wê, serdana Parlamentoya Herêmê bike.

Di civînê de Dr. Saman Barzanî dê plana wezareta xwe ya ji bo belavkirina vaksînan û vaksînkirina hemû xebatkarên saziyên dewletê, mamoste, xwendekar û xebatkarên Wezareta Perwerde û Xwendina Bilind pêşkêş bike.

Li gorî amarên Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê, heta niha zêdetirî milyonek kesî vaksîn wergirine.

Heta niha li Herêma Kurdistanê zêdetir ji 363 hezar kesî bi Koronayê ketine, ji wan 6492 kesan canê ji dest dane û zêdetir ji 346 hezar kesî jî baş bûne.