2 serbazên Tirk li Idlib hatine kuştin, 3 jî brîndar in

2 serbazên din ên artêşa Tirkiyê li Idlibê hatin kuştin , 3ên din jî brîndar bûn

K24 – Navenda Nûçeyan

2 serbazên din ên artêşa Tirkiyê li Idlibê hatin kuştin , 3ên din jî brîndar bûn.

Wezareta Bergirî ya Tirkiyê ragihand, 2 serbazên wan di êrîşek rêjîma Sûriyê de li parêzgeha Idlibê hatine kuştin û 3ên din jî, brîndar bûn e.

Beriya wê jî, parêzgarê Dîlokê kuştina serbazek Tirkiyê bi navê Enes Kaya li Idlibê ragihandibû.

Kuştina van her 2 serbazên Tirkiyê, piştî civîn û daxûyanîya Erdogan û Putin tê.

Serokên Rûsya û Tirkiye li paytexta Rûsya Mûskow kom bû bûn û agirbestek ragihandibûn, ku dê ji demj. 01:00 a ber bi vê sibehê ve, pêk were.

 

 

 

C.B