Duyemîn civîna gera çarem a diyaloga stratejîk a Iraq û Amerîkayê birêve çû

Wezareta Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê ragihand; berpirsên Amerîka, Iraq û Wezareta Pêşmerge civîna duyem a gera çarem a diyaloga stratejîk a navbera Iraq û Amerîkayê pêk anîn.

Hewlêr (K24) – Wezareta Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê ragihand; berpirsên Amerîka, Iraq û Wezareta Pêşmerge civîna duyem a gera çarem a diyaloga stratejîk a navbera Iraq û Amerîkayê pêk anîn.

Wezareta Pêşmerge eşkere kir; civîn li baregeha Fermandariya Hêzên Hevbeş ên Iraqê ya li Bexdayê, Lijneya Bilind a Asayîş û Serbazî ya Taybet bi Diyaloga Stratejîk a navbera Iraq û Amerîkayê, bi serperiştiya Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Qasim Erecî û bi serokatiya Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevbeş ên Iraqê Ebdulemîr Şemer, Fermandarê Hêzên Hevpeymanan ê li Iraq û Sûriyê û Şêwirmendê Bilind ê Wezareta Pêşmerge û Nûnerê Herêma Kurdistanê Hezar Umer yê li Lijneya Bilind a Ewlehî û Berevaniyê ya Diyaloga Stratejîk a navbera Iraq û Amerîkayê birêve çû.

Hat diyarkirin ku di civînê de behsa pêngavên cîbicîkirina rêkeftina diyaloga stratejîk a navbera Iraq û Amerîkayê hat kirin, her du aliyan pabendiya xwe nîşan dan ji bo cîbicîkirina madeyên rêkeftina navbera herdu welatan, ku biryar e heta dawiya îsal hêzên şerker ên Amerîkayê rola xwe ji hêzên şerker bo hêzên piştevanî biguhere.

Wezareta Pêşmerge eşkere kir; di civînê de Fermandarê Fermandariya Hêzên Hevbeş ên Iraqê û Hêzên Pêşmerge li ser pêwendiyên stratejîk ên ligel hêzên Amerîkayê û hêzên Hevpeymanan raporta xwe pêşkêş kirin, herwiha pêwîstiyên herî girîng ji bo bilindkirina amadesazî û asta hêzên Iraq û hêzên Pêşmerge, pêşkêşî şanda Hevpeymanan kirin.

Hat eşkerekirin ku di civînê de aliyê Iraqî pabendiya xwe car din anî ziman ji bo parastina hêzên Hevpeymanan li Iraqê, hêzên Hevpeyaman jî soz dan ku berdewam bin di piştevanî û şêwirmendiya ji bo hêzên Iraqê û hêzên Pêşmerge di şerê dijî DAIŞê de.