Pêşmerge û artêşa Iraqê operasyoneke hevbeş encam dan

Hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê û artêşa Iraqê operasyoneke hevbeş li parêzgeha Neynewa li dijî DAIŞê encam dan.

Hewlêr (K24) - Hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê û artêşa Iraqê operasyoneke hevbeş li parêzgeha Neynewa li dijî DAIŞê encam dan.

Navenda Medyayê ya Wezareta Pêşmerge ragihand; îro danê sibê hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li deverên Kuşafa Jorê û Kuşafa Jêrê li parêzgeha Neynewa, operasyonek hevbeş li dijî DAIŞê dan destpêkirin.

Navendê diyar kir; di operasyonê de hêzên esmanî yên Iraqê û firokeyên şer ên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî jî beşdar bûne.

Li gor agahiyên navendê, armanc ji wê operasyonê, ku heta niha jî berdewam e, paqijkirina wê deverê ji terorîstên DAIŞê ye ku dikeve navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê.

Ev operasyon di demekê de ye ku liv û tevgerên çekdarên DAIŞê zêde bûne û çend caran êrîşî sengerên hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê kirine.