Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Sekreterê Partiya Komunîst a Kurdistanê kir

Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Kawe Mehmûd kir ji ber hilbijartina wî weke Sekreterê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Kurdistanê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro şemiyê 6ê Mijdara 2021ê pîrobahî li Kawe Mehmûd kir ji ber hilbijartina wî weke Sekreterê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Kurdistanê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi pêwendiyeke telefonî pîrozbahî li Kawe Mehmûd kir ji ber hilbijartina wî weke Sekreterê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Kurdistanê û serkeftina kongreya heftemîn a partiya wan û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.

Sekreterê Partiya Komunîst a Kurdistanê bi navê xwe û Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst, spasî û pêzanînên xwe ji bo pêwendî û pîrozbahiya Serokwezîr nîşan da.