Bexda.. Deriyên Herêma Kesk hatin girtin

Xwepêşander bi niyaz in konan li ber deriyê Herêma Kesk vegirin û nerazîbûna xwe pêşan bidin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi hezaran alîgirên partiyên ku encamên hilbijartinan red dikin berê xwe didin Herêma Kesk a Bexdayê, hêzên ewlehiyê jî deriyên Herêma Kesk a Bexdayê girtin.

Li gor medyaya Iraqê, xwepêşanderan dirûşmên şermezarkirina hejmarek ji serkirdeyên ewlehiyê davêjin û wêneyê berpirsê ewlehiyê yê Herêma Kesek, Ferîq Rukin Hemîd El-Zuhêrî bilind kirin.

Di xwepêşandanên duhî de, endamekî Heşda Şeibî hatibû kuştin û hejmarek jî birîndar bûbûn, xwepêşander jî Ferîq Rukin Hemîd El-Zuhêrî tometbar dikin ku wî fermana gulebarankirina wan daye.

Medyaya Iraq diyar kirin, xwepêşander dê konan li ber deriyê Herêma Kesk vegirin û merasîmekê ji bo endamê Heşda Şeibî yê di pevçûnên duhî ên ligel hêzên ewlehiyê de canê xwe ji dest daye li dar bixin.

Herêma Kesk li nava Bexdayê dikeve, Balyozxaneya Amerîka, balyozxaneyên hejmarek welatên din, baregehên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, baregeha Hikûmeta Iraqê û hin dezgehên din lê ne.

Şaneya Ragihandinê ya ewlehiyê jî ragihand, Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Mistefa Kazimî fermana avakirina navendeke pêşkeftî ji bo birêvebirin û parastina ewlehiya cihê xwepêşandinên li Bexdayê daye.

Di wê çarçoveyê deKazimî biryar da jî, komîteyek ji bo lêkolînê were pêkanîn û endamin ji Heşda Şeibî jî di nava wê de be. Herwiha kesên ziyan dîtine jî were qerebûkirin.

Ji aliyekî din ve, Şandeya Netewên Yekgirtî li Iraqê di daxuyaniyekê de daxwaz ji tevahiya aliyan kir, xwe bigirin û rêzê li mafê xwepêşandana aştiyane bigirin.