Hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê operasyoneke hevbeş li Neynewayê bi serkeftî dawî kir

Di operasyonê de, paşmayên DAIŞ û teroristan bi temamî hatin pakkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê radigihîne, hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê operasyoneke hevbeş li sînorê Neynewayê bi serkeftî encam da.

Wezareta Pêşmerge ragihand, îro danê sibê hêzên mihwerê Şeş ên hêzên Pêşmerge bi Fermandariya Operasyonên Neynewayê re, dest bi operasyoneke leşkerî kir û her du hêz danê nîvro li valahiya ewlehiyê ya di navbera mihwerên Yek û Du yên operasyonê gihîştin hev.

Di daxuyaniyê de hat gotin, operasyon bi piştevaniya hêzên asmanî yên Iraqê û firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî li navçeyên Koşafê Ser û Koşafê Jêr hat kirin, tê de paşmayên DAIŞ û teroristan bi temamî hatin pakkirin.

Destnîşan kir jî, beşeke din ji operasyonê, paqijkirina giravên li derdora çemê Zêyê Mezin bû ku tevgera terorîstan lê heye.

Di daxuyanê de hat jî, ev yekemîn operasyona hevbeş a hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê ya li wan navçeyan e ku piştî rêkeftina di navbera her du aliyan ya pêkanîna baregehên hevahengiya hevbeş de tê.

Di dawî hevdîtinên berdewam ên şanda bilind a Wezareta Pêşmerge û şanda bilind a artêşa Iraqê de, hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê bi parastina herêmên ku valahiyên ewlehiyê lê hene hatin erkdarkirin.