Wezareta Derve ya Amerîka: Êrîşê dewleta Iraqê kiriye armanc

Wezareta Derve ya Amerîka bi daxuyaniyekê êrîşa li ser mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî şermezar kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Amerîka bi daxuyaniyekê êrîşa li ser mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî şermezar kir û piştevaniya welatê xwe ji Kazîmî re dubare kir.

Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyaniyekê de ragihand, ew ji nêzîk ve çavdêriya rewşê û bûyera êrîşa li ser mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî dikin.

Wezareta Derve ya Amerîka got, ew xweşhal in ku Kazimî selamet û got: “Em vê kiryara terorîstî ya dewleta Iraqê kiriye armanc, bi tundî şermezar dikin.”

Got jî: “Em bi hêzên ewlekarî yên bi parastina serwerî û serxwebûna Îraqê hatine erkdarkirin, di peywendîyê de ne û me alîkarîya lêkolînê li ser vê êrîşê pêşkêşî wan kir.”

Mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ya li Herêma Kesk a Baxdayê îro barbangê rastî hewleke kuştinê ya têkçûyî hatibû. Di encamê de hin pasewanên wî birîndar bûn.