Netewên Yekgirtî hewla kuştina Kazimî şermezar kir

Şandeya Netewên Yekgirtî li Iraqê (UNAMI): Nabe teror û tundûtûjî aramiya Iraqê têk bide

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeya Netewên Yekgirtî li Iraqê (UNAMI) bi tundî hewla kuştina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî şermezar kir.

Şandeya Netewên Yekgirtî li Iraqê di daxuyaniyekê de got: “Em dilxweş in ku Serokwezîr Kazimî di êrîşa firokeyên bê firokevan de li ser mala wî li Bexdayê zirar nedîtiye.”

Şandeyê tekezî li ser wê yekê kir, nabe teror, tundûtûjî û kiryarên ne yasayî, aramiya Iraqê têk bibe û proseya wê ya demokratîk hilweşîne.

Herwiha bang li hemû aliyan kir ku berpirsyariya xwe hilgirin û aloziyê kêm bikin, ji bo kêmkirina aloziyên siyasî û piştgiriya berjewendiya niştimanî ya Iraqê jî, dest bi diyalogê bikin.

Mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro berbangê rastî êrîşeke bi droneyan hat û ji "hewldaneke kuştinê ya têkçûyî" rizgar bû.