Kazimî: Em êrîşkerên hewla kuştina min nas dikin

Kazimî: Em êrîşkeran baş nas dikin û em ê wan aşkere bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî tekezî li ser desteserkirina êrîşkerên hewla kuştina wî kir û diyar kir ku ew hatine naskirin.

Kazimî di civîna awarta ya Encûmena Wezîran a Iraqê de ragihand, mala wî bi awayekî rasterast bi droneyan hatiye armanckirin, ev karê tirsonek ne karê kesên dilêr e û vîna Iraqiyan nîşan nade.

Herwiha got: “Welatê me di gelek qeyranan re derbas dibe, ev qeyran jî ne yên îro û ne jî yên vê hikûmetê ne. Me karî qeyranên aborî û tendirustî çareser bikin. Siyasetên şaş, yên hikûmetên berê ne.”

Kazimî destnîşan kir jî, encamên hilbijartinan û gilî û gazindan ne ji erkê hikûmetê ye, erkê hikûmetê dabînkirina pisên darayî û ewlekariyê yên ji bo birêvebirina hilbijartinan e.

Tekez kir jî: “Em ê li dû encamderên êrîşa duhî biçin. Em wan baş nas dikin û em ê wan aşkere bikin û em ê kujerên efserê Dezgeha Hewalgiriyên şehîd Eqîd Nibras Ferman bidin dadgehê.”

Duhî berbangê mala Kazimî ya li Herêma Kesk a Baxdayê rastî hewleke kuştinê ya têkçûyî hatibû. Di encamê de hin pasewanên wî birîndar bûbûn.