Cîgirê Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel hat binçavkirin

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalis a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel û 17 kesên din hatin binçavkirin.
Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalis a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel
Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalis a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel

Diyarbekir (K24) - Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan PSKê Bayram Bozyel ji aliyê polêsên Tirkiyeyê ve vê sibê li mala xwe hatiye destser kirin.

Li gor agahiyên peyamnêrê K24ê, di 8’ê Mijdarê de ber destê sibê li Diyarbekir, Mêrdîn Antalya û û Îzmîrê li 19 xalan operasyonên hemdem ji aliyê hêzên ewlehiya Tirk ve hatine kirin.

Peyamnêrê me da zanîn, di encama operasyonan de, Cîgirê Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel di nav de, 18 kes hatine desteserkirin û  lêgerîn ji bo kesekî jî didome.

Desnîşan kir jî, li gel Bozyel, Rêvebirê Sendîqaya Karmendên Şaredariyan Tumbel-Senê Bakî Ondeş, rêvebirekî Sendîqaya Kedkarên Tendusitiyê SESê Gulhan Tekîn, Ji Sendîqaya Kedkarên Perwerdehiyê  Arzû Koç û Rêvebirê Jûra Endezyarên Makineyan Arîn Zumrut hatine binçavkirin.

Sedema desteserkirina siyasetmedar û sendîkakaran hêj nehatiye ragihandin. Lêpirsîna siyasetmedar û rêvebirên saziyên sivîl yên ku hatine desteser kirin, li xalên têkoşîna bi terorê berdewam dike.