Li Kerkûkê teqînekê rûda

Di teqînê de 2 çekdarên Heşda Şeibî mirin û 3 çekdar jî birîndar bûn.

Kerkûk (K24) – Çavkaniyekî ewlehiyê ji parêzgeha Kerkûkê ragihand; ji ber teqînekê li binkeyeke çekdarên Heşda Şeibî li bajarokê Terkelan ê li başûrê parêzgehê, 2 çekdarên Heşda Şeibî jiyana xwe ji dest dan û 3 çekdar jî birîndar bûn. Piştî teqînê hêzên ewlehiyê dest bi lêkolîna bûyerê kirin.

Nûçegihanê K24ê agahiya teqînê piştrast kir û ragihand ku birîndar bo Nexweşxaneya Kerkûkê hatine veguhestin û ji ber teqîna li Binkeya Fewca Heşda Tirkmenî, 2 çekdar mirine û 3 çekdar jî birîndar bûne.

Li rojavayê Enbarê jî emîrekî DAIŞê yê bi navê Ebû Bera hatiye kuştin û 3 cihên xweveşartinê hatine teqandin. Herwiha li Bexdayê jî 3 daxwazkiriyên bi tohmeta terorê, hatine desteserkirin.