Pêşmerge û artêşa Iraqê operasyoneke hevbeş li Neynewayê encam da

Operasyona hevbeş bi kûrahiya 5 kîlometroyan hate kirin û tê de çendîn tonelên çekdarên DAIŞê hatin jinavbirin.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) – Wezareta Pêşmerge ragihand, li ser daxwaza Wezareta Berevaniyê ya Iraqê, operasyoneke hevbeş bi kûrahiya 5 kîlometroyan li mihwerê 6 ê sengerên Pêşmerge hate kirin. Di operasyonê de, çendîn tonelên çekdarên DAIŞê hatin jinavbirin. Komîteya Pêşmerge jî dibêje, ev operasyona hevbeş gelekî girîng e, lê divê valahiyê ewlehiyê were dagirtin.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, ji bo cara yekem e hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê operasyoneke hevbeş li sînorê parêzgeha Neynewayê encam didin. Operasyon li mihwerê 6 hêzên Pêşmerge û ji bo rojeke tenê bû. Hêzên beşdar karîn li vê navçeya ku valahiyê ewlehiyê ye, bi kûrahiya 5 kîlometroyan bi pêş bikevin.

Di wê derbarê Cîgirê Supasalarê Pêşmerge Lîwa Qareman Şêx Kemal ji K24ê re got: “Ev operasyona ku li ser daxwaza Wezareta Berevaniyê ya Iraqê bû, gelekî girîng bû. Di çend rojên borî de her du hêzan operasyoneke hevbeş bi kûrahiya 5 kîlometroyan encam da, tê de ew navçe ji çekdarên DAIŞê hatin pakkirin û cihên veşartinê jî hatin jinabirin.”

Valahiya ewlehiyê di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de, bi dirêjahiya sînorê navçeyên Kurdistanî ye, DAIŞê sûdê ji vê valahiyê dibîne û tê de xwe vedişêre.

Endamê Komîta Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê Seîd Mistefa li ser vê operasyona hevbeş dibêje, ev operasyon girîng e, lê divê ew valahiya ewlehiyê ya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de heye, were dagirtin, eger wiha nebe, DAIŞ dê careke din vegere wan navçeyan.

Hewlêr û Bexda ji bo pêkanîna du lîwayên hevbeş ta ku valahiya ewlehiyê ya li navçeyên Kurdistanî dagirin, di guftûgoyan de ne. Niha ew her du lîwa di qonaxa rahênanê de ne û biryar e di du mehên bê de, cihên wan bêne diyarkirin.