Cîgirê Fermandeyê Hevpeymanan: Ez ê hertim dostê gelê Kurdistanê bim

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Cîgirê Fermandariya Giştî ya Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Richard Bell kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 9ê Mijdara 2021ê pêşwazî li Cîgirê Fermandariya Giştî ya Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Richard Bell kir ku bi boneya dawîhatina erkê wî, serdan kiribû.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî spasiya li Cîgirê Fermandariya Giştî ya Hêzên Hevpeymanan kir, ji ber kar û xizmeta wî dema borî de û hêviya serkeftinê di erkê wî nû de jê re xwast.

Cîgirê Fermandariya Giştî ya Hêzên Hevpeymanan, bi pêzanînê ve behsa hevkarî û hevahengiya dezgehên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê kir û amaje bi wê kir ku ew li çi cih û erkî de be, ew ê herdem xwe bi dostekî dilsoz ê gelê Kurdistanê bizanibe.

Rûbirûbûna gef û metirsiyên teroristên DAIŞê bi taybet li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û girîngiya berdewamiya hevkarîkirina Pêşmerg, mijarên din ên gufûgoyan bûn