Wezareta Pêşmerge: Li ser liv û tevgerên DAIŞê gotûbêj hat kirin

"Behsa rewşa mîhwerên hêzên Pêşmerge û destnîşankirina kêmasiyan hat kirin."
Pêşmergeyek di dema çavdêrîkirinê de, wêne: Kurdistan24
Pêşmergeyek di dema çavdêrîkirinê de, wêne: Kurdistan24

Hewlêr (K24) – Wezareta Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê ragihand; Rêveberê Tevgerên Serbazî Şiwan Hemexerîb pêşwazî li Berpirsê Ofîsa Hevkariya Asayîşê ya Amerîkayê ya li Iraqê û şanda pê re kir.

Wezareta Pêşmerge eşkere kir; hemahengî û hevkariya tevgerên serbazî û çawaniya birêveçûna operasyonên serbazî di vê hevdîtinê de hatin gotûbêjkirin, herdu aliyan rijd bûn li ser wê yekê ku divê hemahengiya navbera hemû aliyên serbazî were yekkirin.

Herwiha diyar kir ku divê liv û tevgerên terorîstan, bi taybetî li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê û hemû deverên ku liv û tevgerên DAIŞê tê de hene, neyên hiştin.

Wezaretê eşkere kir; behsa rewşa mîhwerên hêzên Pêşmerge û destnîşankirina kêmasiyan hat kirin, ji bo baştirkirina şiyan û edaya serbazî ya wan mîhweran ji aliyê sengersazî û tevgerên serbazî û agahdarbûna ji pêşhatan.

Herwiha hat ragihandin ku gotûbêj li ser çawaniya gihandina alîkariyên Hevpeymanan ji bo Wezareta Pêşmerge hat kirin û hat xwestin ku pêwendiyên navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevanî ya Iraqê werin bihêzkirin, da ku şêwaza gihandina wan alîkariyan hêsantir û bileztir bibe.

Dîmenek ji hevdîtinê