Ebdî: Amerîka û Rûsya operasyoneke nû ya Tirkiyê qebûl nakin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî radigihîne, Rûsya û Amerîka ew piştrast kirine, ew li dijî operasyoneke nû ya Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê ne.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî di hevpeyvînekê ligel malpera “Al-Monitor” re ragihand, eger Tirkiye razemendiya Rûsya û Amerîka wernegire, ew nikare dest bi operasyoneke nû li Rojavayê Kurdistanê bike.
Ebdî aşkere kir: Amerîkayê bi awayekî fermî ji me re gotiye ku ew li dijî êrîşa Tirkiyê ya li dijî me ne û ew ti operasyoneke Tirkiyê qebûl nakin.
Derbarê helwesta Rûsyayê de jî got: “Rûsan jî ji me re gotin ku wan bi Tirkiyê re ti peyman nekiriye. Lê got, dibe ku hêzên Artêşa Niştimanî ya Sûrî yên ku Tirkiye piştgirîya wan dike, li şûna artêşa Tirkiyê bi xwe, êrîşî me bikin.”
Her di vê derbarê de jî Ebdî got: “Bi rastî jî wan dîrokek da me ku diviyabû wan (hêzên Artêşa Niştimanî ya Sûrî) 5ê Mijdarê êrîşî me bikirina, lê tiştek nebû.”
Destnîşan kir jî, “Di şert û mercên heyî de, êrîşeke Tirkiyê ne pêkane. Ji bilî vê Rûsan ji me re gotin ku wan ji tirkan re gotiye ku ew êrîşa li dijî me qebûl nakin.”
Li ser pêwendiyên bi Şamê re jî Fermandarê Giştî yê HSDê ragihand, heta niha ew neçûne Şamê û dest bi danûstandinên fermî û cidî nekirine. Bi gotina Ebdî, Şam hîn ji bo danûstandinan ne amade ye.
Di dema dawî de rayedarên Tirkiyê behsa operasyoneke leşkerî li Rojavayê Kurdistanê dikin, li gor çavdêran jî, Tirkiye vê carê dixwaze herêmên Til Temir, Til Rifat, Eyn Îsa û Minbic bigire.