Amerîka ji hevdîtina Wezîrê Derve ya Îmaratê û Esed dilgiran e

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke bilind a Îmaratê serdana Şamê kir û ligel Serokê Sûriyê civiya, Amerîka jî dilgiraniya xwe ji vê civînê nîşan da û ragihand, ew asta peywendiyên xwe ligel Esed naguherin.

Wezîrê Derve yê Îmarata Erebî Abdulla bin Zayid Al-Nihyan duhî serdana Şamê kiribû û ligel Serokê Sûriye Beşar Esed civiyabû.

Serokomariya Sûriye ragihand, di civînê de pêwendiyên dualî û pêşxistina hevkariyê di gelek waran de hatine gotûbêjkirin. Serokê Sûriyê tekez kir jî, Îmarat her tim li kêleka gelê Sûriyê bû.

Wezîrê Derve yê Îmaratê jî, piştevaniya welatê xwe bo hewlên bicîhanîna aramiyê li Sûriyê anî ziman û got, tiştê li Sûriyê çêbûye, bandora xwe li hemû welatên Erebî kiriye.‌ 

Li ser vê civînê, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price ragihand, rêveberiya Amerîka ji vê civînê dilgiran e û bang li welatan kir, kiryarên hovane yên rêjîma Esed pêk anîne li ber çav bigrin.

Price got, Amerîka piştevaniya li ti hewlên ji bo asayîkirina pêwendiyan bi rêjîma Esed re nake. Herweha ji ber wan kiryarên hovan e yên ku dijî gelê xwe encam dane, ew pêwendiyên xwe ligel Esed asayî nakin.