Li Stenbolê pêşangeha kelûpelên kevnare hat vekirin

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Li Stenbolê mezintirîn fûara kelûpelên kevnare ên li Tirkiyeyê hat sazkirin. Ji çekên di şerên zemanê berê de hatine bikaranîn bigirin, heta mahfûr û neynikên kevn ên di qesra mîr û siltanan de bûn, bi hezaran kelûpelên kevnare û antîka di fûarê de hatin nîşandan.

Di pêşangehê de, mahfûr û xalîçeyên kevn ên beriya 150 salan bi kedeke taybet a jinên hatine çêkirin hatin pêşandan. Li gel wan mahfûrên taybet û kevn, çekên 800 salî, tirimbêleke klasîk a reş ku di sala 1951 an de hatiye çêkirin û gelek kelûpelên kevnare tev di fûara antîkayê ya li Stenbolê de hatin nîşandan.

Koleksiyonerê Kelûpelên Kevn Fahrî Akdag ji K24ê re got: “Karê antîkayê ku mirov carekê jê hez bike ne pêkan e ku dev jê berde. Ez jî bi dehan salan e div î karî de me, nikarim jê berdim. Min mahfûr, saet, çek û kelûpelên kevn ên di serdema Osmaniyan de dihatin bikaranîn anîn vêderê. Mahfûrên hûn li vir dibînin li cîhanê tekane ku em li vir nîşan didin.”

Beramberî pêşketina teknolojiyê, bikaranîna kelûpelên zemanê berê zêde ne di rewacê de be jî lê ev kelûpelên antîka ji dil û bîra hinek mirovan tu car naçe.

Beşdarê pêşangehê Osman Yagmurkaya got: “Eynikên li vir pir bala min kişand ku di qesra mîr û siltanên Osmaniyan de hatine bikaranîn û ji wê çaxê heta roja îroyîn gihiştiye ber destê me. Eynikên ji serdema Ewropayiyên berê jî li vir hene û pir xweşik û taybet in.

Welatî Îlyas Goçmen jî dibêje: “Bi rastî jî kelûpelên gelek ji hev xweşik û balkêştir li vir hene. Kêfxweş im ku beşdarî fûareke wiha bûm. Hêvîdar im çalakiyên wiha her sal bidome.”

Fûara antîka ya ku bi beşdariya bi sedan kompaniyan û bi nîşandana bi hezaran kelûpelên kevnare ev cara duduyan e tê sazkirin, tê payîn her sal bi rêk û pêk were lidarxistin.