Zekeriya Yapicioglu: Navê vê erdnîgariyê Kurdistan e

Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu ragihand; bi awayekî eşkere nehiqûqî û neheqî ye ku bikaranîna peyva 'Kurdistan' weke tawanekê were dîtin.
Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu
Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu

Diyarbekir (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu ragihand; bi awayekî eşkere nehiqûqî û neheqî ye ku bikaranîna peyva 'Kurdistan' weke tawanekê were dîtin û got: “Navê vê erdnîgariyê Kurdistan e.”

Zekeriya Yapicioglu li ser desteserkirin û girtinên van demên dawî ku ji ber bikaranîna navê 'Kurdistanê' hatine desteserkirin, ji K24ê re diyar kir ku di pirtûkên Tirkan de jî Kurdistan weke navê axa Kurdan hatiye nivîsandin û gotina navê Kurdistanê ne tawan e.

Yapicioglu destnîşan kir: “Navê vê erdnîgariyê Kurdistan e. Ne tenê îro, bi sedsalan e navê vê erdnîgariyê Kurdistan e. Di belgeyên nivîskarên Tirk de, di pirtûka Kutadgu Bîlîg de ku di sedsala 11emîn de Yusuf Has Hacîb nivîsandiye, nexşeyeke cîhanê heye û di wê derê de ev der weke Erdê Ekrad derbas dibe. Eger mirov îro vê gotinê wergerîne Tirkî, dibe Kurdistan, ango weke axa Kurdan derbas dibe. Di serdema Selçûqiyan de ev der Kurdistan bû, di serdema Osmaniyan de ji vê derê re Kurdistan hatiye gotin. Di serdema destpêkê ya Komara Tirkiyê de di belgeyên parlamentoyê de dîsa navê vê derê Kurdistan bû. Birêz Erdogan ku îro di meqamê Serokomariyê de rûdine, di parlamentoyê de axaftineke wî ya wisa heye. Ji bo kesên ku dibêjin 'Kurdistan li kû derê ye', bersiva me ev e: 'Belgeyên Meclisa ewil vekin, hûn ê bibînin Kurdistan li kû derê ye'. Kesên ku dibêjin 'Kurdistan tune û Kurdistan li kû ye' bi nezaniyê tawanbar dike.”

Serokê Giştî yê HUDA PARê diyar kir: “Îro di qada siyasî de gotina 'Kurdistanê', bû sedema tawanbarî an jî desteserkirinê. Gotina 'Kurdistanê' ne tawan e, bikaranîna vî navî weke tawanek were dîtin, ev nehiqûqiyeke gelek eşkere ye û neheqiyek e. Helwesteke bi vî rengî, xizmeta çareseriyê û biratiyê nake. Birastî îro di qanûnên heyî de madeyeke ku bibêje bikaranîna navê 'Kurdistanê' tawan e, tune ye.”

Zekeriya Yapicioglu bal dikşîne ser statuya Herêma Kurdistanê û hebûna Parlamentoya Kurdistanê û dibêje: “Di van demên dawî de, bi taybetî jî piştî tifaqa siyasî ku AK Partî bi MHPê re kiriye, êdî ji bo ku ji wê derê re nebêjin Kurdistan, dest bi gotina 'Rêveberiya Herêmî ya Kurd a Iraqê' kirin. Birastî ew der 'Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Iraqê' ye. Digotin 'siyaseta înkar û asîmîlasyonê bi dawî bûye', lê wisa xuya ye ku di nava rêveberiyê de dibe ku damarek dîsa hewl dide car din bibe wê derê, mimkun e ku ev vê yekê ji aliyê siyasetê ve wisa bixwînin.