Berdevkê Hikûmetê: Mijara penaberan kirine siyasî

Îro li ser raspardeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, wezaretên pêwendîdar bi serokatiya Wezîrê Navxwe civiyan û biryar hat dayîn ku lijneyek were pêkanîn ji bo lêkolîna li ser sedema koça ciwanan.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil

Hewlêr (K24) – Îro li ser raspardeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, wezaretên pêwendîdar bi serokatiya Wezîrê Navxwe civiyan û biryar hat dayîn ku lijneyek were pêkanîn ji bo lêkolîna li ser sedema koça ciwanan.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihand; Hikûmeta Herêmê bi hestyariya dosyeya penaberî û bicîhiştina welat fêm kiriye û ji destpêka destbikarbûnê ve heta niha 1054 projeyên veberhênanê cîbicî kirine û 144 proje ketine warê cîbicîkirin û 120 hezar derfetên kar pêk anîne.

Li ser encama civîna îro, Cotyar Adil diyar kir; di civînê de lijneyek hat raspartin ku datayên pêwîst kom bike li ser sedemên koç û ji bo çareseriyê û raporek pêşkêşî hikûmetê bike.

Herwiha eşkere kir ku ligel fermangeha pêwendiyên derve û nûnertiya Herêma Kurdistanê ya li Polanda û Wezareta Derve ya Iraqê kar hatiye kirin ji bo alîkarîkirina penaberan, lê belê mixabin welatên wê herêmê alîkar nînin.

Cotyar Adil destnîşan kir: “Tiştê niha diqewime kêşeya navbera Belarus û Yekîtiya Ewropayê ye û Belarusê rê li ber penaberan vekirine û bazirganî bi jiyana xelk dike û em ji bo ku xelkê me tûşî êş û janên mezin nebin, hemû hewldanên xwe dikin ji bo alîkariya wan bikin.”

Adil eşkere kir ku li gor hinek amaran, îsal hejmara koçkirinê gelek kêm bûye.

Derbarê gotegotin li ser vê mijarê Cotyar Adil diyar kir: “Ev mijar bûye siyasî û di medyayê de hest û soza xelkê pê dilivînin, egerna Hikûmeta Herêmê kariye 30 rojan carekê mûçe dabeş bike, em ligel Bexdayê gihîştine rêkeftinê û em di çaksaziyê de berdewam in û me kêşeya benzîn û sotemeniyê heta radeyekê çareser kiriye.”

Cotyar Adil destnîşan kir ku koç berdewam e û çendîn sal in ev diyarde heye û li ser asta cîhanê berdewam dibe.

Li ser vegera penaberan jî diyar kir ku vegera penaberan bi dilê wan e û her malbateke ku bixwaze vegere, hemû hêsankarî ji bo wan tê kirin û bilêta balafirê ji bo wan tê dabînkirin, da ku vegerin.