HDP: Erdogan xwe kiriye şûna darazê û ji HDPê hesab dipirse

Parêzerên dozê û parlementerên HDPê ji ber helwesta neyênî ya dadwerên nû û sînordarkirina mafê parastinê, wan xwe ji dozê vekişandine
kurdistan24.net

Enqere (K24) – 6emîn rûniştina Doza Kobanî li girtîgeha sîncana Enqera paytexta Tirkiyê bi guhertina serokê dadgehê 22an yê ku vê dozê birêvedibe dest pê kir. Ji ber vê guherînê hezar parêzerên doza Kobanî jî biryara beşdernabûna dozê dan. Prêzerên dozê û parlementerên HDPê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ji ber helwesta neyênî ya dadwerên nû û sînordarkirina mafê parastinê wan xwe ji dozê vekişandine.

Li Tirkiyê 6emîn rûniştina doza Kobanî di 22 dadgeha giran ya Li Enqera paytexta Tirkiyê dest pêkir. Lê di rûniştina 6emîn de Serokê Dadgeha 22 yaa Cezaya Giran a Enqerê Bahtiyar Çolak ku taybet bi Doza Kobanê hatibû erkdarkirin ji aliyê Lijneya Dadwer û Dozgeran (HSK) ji ser kar hate dûrxistin. Di şûna wî de şandeyeke nû ya dadweran hate erkdarkirin.

Ji ber vê sedemê û guherînên pergala birêvebirina doza Kobanî û helwesta neyînî ya şandeya nû ya dadweran parêzerên ku doza Kobanî dişopînin bi daxuyaniyeke çapemeniyê biryar dan ku heta rewşa heyî neyê asayîkirin ev beşdarî dozan nabin.

Parêzera Doza Kobanî Arzu Kurt got: “Doza Kobanî roja ku dest pê kirî binpêkirina rêgezên darazê di asta herî jor de bû. Êdî hevkarên me nikarin parastina xwe bikin. Diyare ku ev doz bi armanceke siyasî hatiye vekirin. Di vê dozê de me hezar parêzeran ji bo ku rastî derkevin holê doz heta vê astê anî. Lê êdî helwesta dadweran ku destûrê nadin em parastinê bikin nayê qebûlkirin. Heta ku rewş asayî dibe em hezar parêzer beşdarî dozê nabin.”

Parlementera HDPê Zûleyha Gûlûm jî da zanîn ku taybetî bi destê deshilatê dadwerên dozê hatine guhertin û bi şandeya nû jî tê xwastin ku hemû kesên tên darizandin bên sizakirin û doza demeke nêz de bê bidawîkirin.

Parlementera HDPê Zûleyha Gûlûm got: “Dema em berê xwe didin geşedanên derbarê dozê de em dibînin ku fermanek bo darazê hatiye dayîn ku hemû endamên vê dozê bên sizakirin û doz demeke nêz de bê bidawîkirin. Erdogan xwe kiriye şûna darazê û dibêje em ê hesabê HDPê bipirsin. Dadwer ji ser kar hate dûrxistin, proseya dozê hate lezkirin û 5 parlementerê AKPê dozê dişopînin. Bi rastî jî di destê dadweran de biryarek heye û dixwazin vê biryarê demeke nêz de cibicî bikin, partiya me bêdeng bikin û bigrin.”

Doza Kobanî ji ber protestoyên dijî êrîşên DAIŞê yên ser bajarê Kobanî yên di 6-8ê Cotmeha 2014an de dijî hevserok, şaredar û sedan endam û alîgirên HDPê hatiye vekirin. Di wê dozê de, Hevserokên berê yên HDPê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de bi giştî 108 kes tên darizandin.