Dolar li hember lîreya Tirkî rekoreke nû tomar kir: 9,97

Buhayê Dolar roja çarşemê piştî datayên enflasyona Amerîkayê, bûbû 9,87 lîre û îro roja pêncşemê li hember lîreya Tirkî rekoreke nû tomar kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Dolar roja çarşemê piştî datayên enflasyona Amerîkayê, bûbû 9,87 lîre û îro roja pêncşemê li hember lîreya Tirkî rekoreke nû tomar kir û bû 9,97. Euro jî derket asta 11,45 lîre.

Li piraniya diravên welatên ku pêş dikevin, Dolar bihêz dibe û li Tirkiyê di nava du rojan de lîreya Tirkî li hember Dolar ji sedî 1,5 nirxê xwe winda kir.

Ji ber ku li Amerîkayê enflasyon ji sala 1990î heta niha derketiye asta xwe ya herî bilind û ji ber nîgeraniyên li Tirkiyê yên derbarê enflasyon û siyaseta pereyan de, yek dolar asta 9,97 lîre dît. Herwiha Euro jî  derket asta 11,45 lîre.

Li Tirkiyê buhayê zêr jî zêde dibe, duh yek gram zêr bi 587 lîreyan rekorek tomar kiribû û îro bi 593 lîreyan derket firotinê. Buhayê zêrê çaryek jî bû 968 lîre.