Dadgehê 2 sal û 6 meh cezayê zindanê da Başak Demirtaş

Dadgeha Diyarbekirê 2 sal û 6 meh ceza da hevjîna Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş, Başak Demirtaş.
Başak Demirtaş
Başak Demirtaş

Navenda Nûçeyan (K24) - Dadgeha Diyarbekirê 2 sal û 6 meh ceza da hevjîna Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş, Başak Demirtaş. Parêzerên Başak Demirtaş jî vê biryarê weke “bê hiquqiyeke mezin” binav dikin.

Doza ku bi îdiaya, “raporeke ne rast a tendirustî wergirtiye”  di 3ê Adara 2018an de li dijî Başak Demirtaş, hevjîna Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş hatibû vekirin yekalî bû.

Rûniştina dawî ya wê dozê duh çarşemê 10ê Mijdara 2021an li 6emîn Dadgeha Cezayên Giran a Diyarbekirê birêve çû.

Dadgehê piştî dozê biryar da ku 2 sal û 6 meh cezayê zindanîkirinê bide Başak Demirtaş û bijîşkê bi navê R.B ku ew rapor amade kiriye.

Piştî  biryara dadgehê parêzerên Başak Demirtaş daxuyaniyek belav kirin û amaje bi wê yekê dan ku Başak Demirtaş ji ber pirsgirêkên xwe yên tendirustî ew rapor wergirtiye û dibêjin; “Tevî ku pirsgirêkên tendirustî yên Başak Demirtaş berdewam bûn di 11ê Kanûna 2015an de çûye Navenda Tendirustiya Malbatê û li wir tedawî bûye û bo dema 5 rojan rapor jê re hatiye dayîn. Lê di nusxeya ji wê re hatiye dayîn û wê jî  daye dibistana ku lê kar dikir de bi xeletî 14ê Berfanbara 2015an hatiye nivîsîn. Ji bo dîtina vê xeletiyê lêkolînkirina li ser nusxeya resen a deftera tomarkirinê ya Navenda Tendirustiya Malbatê bes e. Jixwe di kopiya deftera tomarkirinê ya polîkilînîkê de eşkere ye ku Başak Demirtaş di 11ê Kanûna 2015an de li wê navendê tedawî bûye û rapor wergirtiye.”

Parêzer didin zanîn ku wan ji bo piştraskirina vê rastiyê xwestine ku li nusxeya resen a deftera tomarkirinê bê nêrîn, lê tevî vê daxwaza wan ew nusxe bo dadgehê nehatiye şandin û dibêjin, “Dadgeh bêyî ku li wê deftera tomarkirinê ku dîroka rast lê hatiye nivîsîn binêre ev biryar daye.”

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye dayîn ku ew cezayê ku bo  Başak Demirtaş hatiye dayîn “neheqî û bê hiquqiyek mezin” e û tê gotin: “Dayina biryareke wiha ku Başak Demirtaş  di rojevê de ye ne tesaduf e, berhemê  zîhnîyeteke wisa ye ku cezakirina kolektif di xwe de dihewîne.”

Parêzer herî dawî dibêjin; “Tevî vê rewşê em dê li ser têkoşîna xwe ya hiqûqê berdewam bikin. Em bi hêvî ne ku ev biryar dê li Dadgeha Adliyê ya Deverê bê betalkirin.”