Li Enqerê li ser geşedanên li Iraqê konferansek hate sazkirin

Li Enqera paytexta Tirkiyê bi pêşengiya Saziya Lêkolînên Rojhilata Navîn ORSAMê konferansek li ser encamên Hilbijartinên Iraqê û geşedanên dawî yê li ser Êrîşên rêxistina terorî DAÎŞ û terorkirina Serokwezîrê wî welatî hate sazkirin.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Li Enqera paytexta Tirkiyê bi pêşengiya Saziya Lêkolînên Rojhilata Navîn ORSAMê konferansek li ser encamên Hilbijartinên Iraqê û geşedanên dawî yê li ser Êrîşên rêxistina terorî DAÎŞ û terorkirina Serokwezîrê wî welatî hate sazkirin. Beşdarên Konferansê diyar kirin ku di avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de rola Kurd û pêkhateyên din dê girîng be û eger Hewlêr û Bexda hevkariya bihêz pêk neynin dê arîşe û êrîşên rêxistinên terorî li Iraqê zêde bibe.

Di 10ê Cotmehê de li Iraqê Hilbijartin hatin lidarxistin û li gel nîqaşan hêj hikûmeta nû nehatiye avakirin. Li gel vê yekê êrîşên rêxistina terorî DAÎŞê li ser Pêşmergan, êrîşa bi dronan li dijî serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî hatiye kirin û rola Kurdan di hikûmeta nû ya Iraqê de li Tirkiyê jî ji nêz ve tên şopandin. Li ser van mijaran li Enqera paytexta Tirkiyê bi beşdariya wezîrê herêmê yê bo karûbarên Pêkhateyan yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Aydin Maruf û kordînatorê lêkolînên Iraqyê yê Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn ORSAMê Bîlgay Duman konferansek hat sazkirin.

Wezîrê Karûbarên Pêkhateyan ê Herêma Kurdistanê Aydin Maruf di konferansê de ragihand ku niha li Iraqê di warê siyasî de kêşeyek heye û girîng e ku di avakirina hikûmeta nû ya Iraqê de Kurd û netewên din bi awayekî aktîf cih bigrin.

Koordînatorê lêkolînên Iraqê Bîlgay Duman jî bal kişand ser êrîşa li ser Mistefa Kazimî hatiye kirin û şehîdkirina Pêşmergeyan ji aliyê rêxistina terorî DAÎŞê û da zanîn ku ger Hewlêr û Bexda demeke nêz de hikûmeteke bi hêz ava nekin bihêzbûna DAIŞê û kêşeyên din yên mezin dê rû bidin li Iraqê.

Bîlgay Duman ji K24ê re diyar kir: “Êrîşa li ser Mistefa Kazimî hatiye kirin di şert û mercên Iraqê de yekem car e ku êrîşeke bi dronan li serokwezîrekî tê kirin. Piştî hilbijartinan jî li Diyalayê DAIŞê êrîşî Pêşmerge kir. Bi sedema ku li Iraqê valahiyeke siyasî heye ev êrîş zêde dibin. Ji ber vê çendê jî di proseya pêşiya me de pêwîst e Hewlêr û Bexda zêdetir hevkariyê bikin û hikûmeteke bihêz ava bikin. Nexwe dê êrîşên DAIŞê û kêşeyên siyasî û civakî li Iraqê taybetî jî deverên nîqaşkirî dê zêde bin.”

Herwiha di konferansê de beşdaran amaje pê kir ku encamên hilbijartinên li Iraqê nîşan didin ku partiyên Kurdistanê taybetî jî serkeftina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dê rola Kurdan ya hikûmeta nû ya Iraqê de diyar bike.