Medyaya civakî roleke neyênî li ser handana ciwanan bo koçkirinê lîstiye

Beşeke mezin a wan koçberan ku di bin bandora handana medyaya civakî de berê xwe dane sîborên Belarus û Polandayê, bûne qurbaniyên torên civakî.

Hewlêr (K24) – Beşeke mezin a wan koçberan ku di bin bandora handana medyaya civakî de berê xwe dane sîborên Belarus û Polandayê, bûne qurbaniyên torên civakî, ku mijara koçkirinê derxistine holê.

Zahîr Hemedemîn ku pisporê ragihandinê ye, li ser vê mijarê diyar kir; ji ber  ku medyaya civakî xirab tê bikaranîn û bûye sedema wê yekê ku hejmareke mezin ji welatiyan bi rêya qaçax koç bikin.

Handana medyaya civakî ji bo mijara koçkirinê dikeve warê xirab bikaranîna amûrên pêwendîkirinê. Hiqûqnas Îmad Fetah li ser cezayê vê cûre kiryaran diyar ku cezayê wê destesekirin e, ji ber ku bi rêya xirab bikaranîna amûrên pêwendîkirinê, xelkê han didin, ev jî li gor yasayan weke tawan tê dîtin.