Tendirustiya Hewlêrê ligel bijîşkên Rojavayê Kurdistanê civiya

Rêveberiya Tendirustiya Hewlêrê ji bo gotûbêjkirina çend mijarên tendirustiyê ligel bijîşkên Rojavayê Kurdistanê civînek pêk anî.
Serperiştyarê Bijîşkên Rojavayê Kurdistanê
Serperiştyarê Bijîşkên Rojavayê Kurdistanê

Hewlêr (K24) – Rêveberiya Tendirustiya Hewlêrê ji bo gotûbêjkirina çend mijarên tendirustiyê ligel bijîşkên Rojavayê Kurdistanê civînek pêk anî.

Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê Dr. Govan Mihemed li ser armanc û naveroka civînê ji K24ê re ragihand; li Herêma Kurdistanê bi giştî pêşwazî li bijîşk û karmendên tendirustiyê yên ji Kurdên Rojava û Rojhilatê Kurdistanê hatiye kirin û ligel bijîşkên Herêma Kurdistanê xizmeta welatiyan dikin.

Herwiha eşkere kir: “Îro me ev derfet pêk anî ku em piştevaniya xwe dubare bikin ji bo wan bijîşk û karmendên ku li bajarê Hewlêrê kar dikin û hemahengiya zêdetir hebe û bêhtir hevdû nas bikin û ji bo ku çi hewcedariyên wan hebin, werin dabînkirin.”

Serperiştyarê Bijîşkên Rojavayê Kurdistanê Dr. Fuad jî eşkere kir: “Ez gelek spasiya hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê dikim, ez gelek spasiya Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman û Dr. Dilovan dikim, ku gelek alîkarî kir, gelek xizmet kir, heta Dr. Dilovan bi xwe diçû kampan ji bo vaksînê bide, miletê me berî miletê xwe girt ji ber ku Kurd yek in, ev rêbaza Barzanî ye.”