Li bilindahiyên Hemrînê 8 stragehên DAIŞê hatin bombebarankirin
Hewlêr (K24) – Artêşa Iraqê ragihand; 8 stargehên DAIŞê li bilindahiyên Hemrînê hatin bombebarankirin.
Di daxuyaniyekê de artêşa Iraqê ragihand; li bilindahiyên Hemrînê yên li sînorê parêzgeha Diyala, hêzên esmanî 8 stargehên DAIŞê bombebaran kirin.
Herwiha eşkere kir ku di encama bombebaranê de 8 bingehên veşartî yên DAIŞê kirine armanc.
Artêşa Iraqê li ser hejmara kuştî û birîndaran zanyarî belav nekirine.
Bûye demek DAIŞ li sînorê parêzgeha Diyala çalak e û car bi car êrîş dike ser hêzên ewlehî û serbazî û welatiyên wê deverê.