Iraq karê Konsulê Belarusê li Bexda û Hewlêrê rawestand

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê: Koçberên Iraqî li Belarusê di metirsiyeke rasteqîne de ne û ketine destê kesên bazirganiyê bi mirovan dikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Iraqê hişyarî dide, koçberên li ser sînorê Belarus û Polandayê asê mane, di metirsiyeke rasteqîne de ne. 

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf di daxuyaniyekê de ragihand, koçberên Iraqî li Belarusê di metirsiyeke rasteqîne de ne û ketine destê kesên bazirganiyê bi mirovan dikin.

Sehaf diyar kir, hemû geştên rasterast ên ji bo Belarusê hatine rawestandin û destûra kar a konsulê fexrî yê Belarusê li Bexdayê bi awayekî demkî hat ragirtin.

Sehaf destnîşan kir: “Ev pêngav ji bo parastina welatiyên Iraqî ji torên qaçaxçiya mirovan a di riya Belarus û Polandayê re tê.

Da zanîn jî, Balyozxaneya Iraqê li Mosko û Varşova hevkariyê dikin ji bo kesên li sînorên Belarus û Polandayê asê mane, bi arazûya xwe vegerin.

Ev pêngavên hikûmeta Iraqê piştî wê yekê tê, hejmarek mezin ji koçberên Iraqê ku piraniya wan Kurd in li ser sînorî Belarus û Polandayê asê mane ku rê nayê dayîn derbasî Ewropayê bibin.

Pirsa koçberên li ser sînorê Belarus û Polandayê asê mane, karvedaneke navdewletî li pişt xwe aniye û tê gotin ku Belarus koçberan ji bo armacên siyasî li hember Yekîtiya Ewropa bi kar tîne.

Di wê derbarê de Berdevkê Berpirsê Siyaseta Derve yê Yekîtiya Ewropayê Peter Stano ji K24ê re got: Ew koçber ji aliyê sîstemke dîktator a wek Belarusê ve, ji bo meramên siyasî hatine bikaranîn.

Stano eşkere kir: “Me bi hikûmetên Herêma Kurdistanê û Bexdayê re li ser vê mijarê dest bi gotûbêjan kiriye, da ku bikarin rêyeke çareseriyê ji bo vê qeyranê bibînin.